Teqînek Bihêz Li Bajarê Melard Ya Parêzgeha Elburz Çê Bû

12:35 - 13 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Nûçegihaniya Mêhr li ser zimanê Nûnerê Şehriyar li Meclîsa Şêvra Îslamî ya Îranê,Husên Gerûsî belavkir ku li binkeyeyk leşkerî ya gundê Bîdgine ya ser bi bajarokê Melard a Parêzgeha Elburz, teqîek bihêz çê bû ku û bû sedema kuştina çend kesan.

Husên Gerûsî herwiha got ku teqîn demjimêr 1:30 bi dema Tehranê rû da bi awayekê ku şişeyîn hinek talar û awahiyên nêzîk bûyerê şikand û xelkê bajarên şehriyar, Melar, Şehr Quds, Tehran û Kerec jî tûşî tiris û nigeraniyê kir.

Nûnerê Şehriyar eva jî ragihand di encam vê teqînê de çend kes bûne gorî, lê heta niha derbarê jimara kuştiyan zaniyariyên hûr ne li berdest e.

Hinek ji çavkaniyan nivîsandiye hêj diyar niye ku ev binkeya leşkerî ser bi Sipah e yan Arteş, lê Sipaha Pasdaranb di daxuyaniyekjê de ron kiriye ku ev binkeya ser bi hêzên nîzaamî yên Hikûmeta Îranê ye.