Teqîna mayînekî li Kirmaşanê kuştina hemwelatiyekî bi pey xwe hişt

20:37 - 31 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi derbasbûna zêdeyî 20 salan li ser şerê 8 sala yê Îran û Îraqê re, hîna mayîn nehatine pûçkirin. Careke din yek ji wan alavên teqîner ên şer li Kurdistanê, bûyereke mirinê afirand.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şewa borî (30`ê gulanê) ji 3 KM bajarê Nûdşeya li ser Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, mayînek teqiya û welatiyekî 53 salî jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya wî kesê jiyana xwe winda kirî, Ezîz Gulistanî Kurê Ceifer, xelkê gundê “Nerwî” hatiye ragihandin.

Nûçegihanê Kurdpa li pawe li ser wê mijarê vegot: Ew bûyer nêzî gundê “Dizaver”û li cihekî bi navê “Kemer Mamole” qewimiye û di encamê de bi teqîna mayînê re, welatiyê bi navê Ezîz Gulistanî, demildest jiyana xwe ji dest daye.

Di berdewamiya raportê de, peyamnêrê Kurdpa amaje bi vê yekê jî kir: Ew bûyer di demekê de qewimiye ku li 500 metre (cihê mayîn lê teqiyayî), qereqol (padigan)a Sipahê bi cî bûye, herwiha cadeya sereke ya Pawe- Nûdşe bo Merîwan jî, ji wir derbas dibe.

Nûçegihanê Kurdpa di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku li halê hazir, cenazeyê Ezîz Gulistanî li morga dewletê ya nexweşxaneya Qods, bo lêkolînên zêde hatiye ragirtin.

Hêjayî gotinê ye heya niha welatê Îranê peymana“Otawa”wajo nekiriye. Gor wê peymanê; dewletên îmzaker 10 salan piştî bi dawî hatina şer, divê deverên çandinî û zeviyan ji mayînan paqij bikin.