Teqeya ji endamên malbatekê, ٥ kuştî û birîndar li pey xwe re anîn

14:59 - 2 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Li şer û pevşûnekî malbatî li bajarê Şino’yê de, zarokê biçûk tevî diya xwe jiyana xwe ji dest dan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, piştîn’vroya duh Sêşemî, 1’ê Îlona ٢٠١٥’an, taxa “Rehîmava” ya Şino’yê bûye gewahyarê gulereşandina mêrekê bi hevsera berê a xwe ku li encam de sê kes, bi taybetî hevsera pêşîn, xortê biçûk tevî xesûya wî hat kuştin.

Kesê bikoj ku nasnameya wî “Y. Tohîdî” hatiye zanîn, piştî kuştina hevsera pêşîn a xwe ya bi navê “M. Sabirî”, dawî bi jiyana xwe jî aniye.

Nûçegihanê kurdpa li Şino’yê tevî erêkirina vê bûyera dilhejîn, da zanîn ku: Zawayê wê male li sûka mizgefta Îmam Şafiî de ٤ endamên malbata hevsera pêşîn a xwe da ber guleyan û li encam de hevsera wî û zarokê wê hatin kuştin.

Li wê bûyerê de xûşk û diya M. Sabirî ku jinek ٥٥ salî bû, bi rijdî hatibûn birîndarkirin û piştî veguhastina wan bo nexweşxaneya Urmiyê, xesûya bikoj jî jiyana xwe ji dest da.

Heya vê demê ٤ kes ji endamên malbatê jiyana xwe ji dest dane.
Kesê bikoj jî xelkê gundê “Duab” ya ser bi bexşa Nalos’ê ye ku li Şino’yê de karê mikanîkiyê dikir.