Teqe ji mamostayeke bajarê Serdeştê hatekirin

21:43 - 3 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Çend kesên nenas, gule berdan kesatiyek çandî û xanenişînkirî a bajarê Serdeştê û di encam de wî canê xwe jidest da.

Ligorî rapora gehiştî destê Kurdpa yê, li taxê Şêx Mewlana ya bajarê Serdeştê, gule berdan mamostayê xwendingehê yê 55 salî bi navê “Rehmet Muhemedî” û di encam de navbirî bi tûndî birîndar ket û piştre û di dema veguhaztina wî bo nexweşxaneyê, canê xwe jidest da.

\"29110.jpg\"
Rehmet Muhemedî
Ajansa Kurdpa yê ragehand ku Rehmet Muhemdî di dema vegeriyana mala xwe bi guleyê Demançê, li serê wî xistine.

Mamosta Rehmed kesatiyek naskirî û cihê baweriya xelkê dewerê bûye û heya niha ti nûçeyek derheq bi bikujên wî di dest de nine.