Tendirustiya girtiyekî siyasî di girtîgeha Urmiyê de nebaş e

21:10 - 17 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa:Mihemed Ebdullahî girtiyê siyasî ku hukmê darvekirinê bi serde hatiye sepandin, tenduristiya wî nebaşe.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, Mihemed Ebdulahî girtiyê siyasî ku hukmê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin di girtîheha Urmiyê de ye, û di dema destbiserkirinê de serbarê piştêşanê, lingê wî yê çepê şikestibû, lê berpirsên girtîgeha Urmiyê îzna morexesî bo çareseriya nexweşiya wî nadin.

\"29018.jpg\"
Mihemed Ebdulahî
Mihemed Ebdulahî zivistana sala 1389’an ji dema destbiserkirinê ve, ji aliyê hêzên hikûmetî ve, lingê wî şikestibû û piştî derbazkirina heyama çend salan ji rewşa nebaş a navbirî, heya niha çareseriya pizişkî jê re nehatiye kirin.

Navbirî li sala 1389’an bi tometa şer di gel Xwedê û pêwendî tevî yek ji partiyên Kurd ên dijberê Îranê hatiye destbiserkiiri,n û û bi hukmê darvekirinê hatiye mehkûm kirin û heya niha heyama 5 salan e ku di girtîgehê de ye.

Nûçegehaniya Hîrna di vê derheqê de ragehand ku navbirî bo derbazkirina heyama hukmê xwe bo girtîgeha Bîrcend hatiye veguhastin.