Sûriye diherife wêca Turkiye û Îran

22:08 - 18 Îlon 2012
Unknown Author
Siddiq Bozarslan
Têkoşîna bindestan li Surîyeyê 17 meh e ku didome. Têkoşîna mixalefetê her diçe xurttir dibe. Li gorî nûçeyan heta nûha ji 20 hezarî zêdetir kuştî, bi dehhezaran birîndar çêbûne û milyonek û nîv kes ji cî û warên xwe koçber bûne. Her ku diçe jimareya kuştin û birîndarbûnê û koçberîyê zêdetir dibe. Di rojên dawîyê da bûyerên ku li Şamê û Helebê rûdidin, emrê rejima Baasê ber bi mirinê ve dibe û loma êdî gelek dewlet bi çavê ruxandina hukmê Esad dinêrin û jibo alternatîfa piştî Baasê dikevin nav hewildanên pirralî.

Li gor nûçeyên çapemenîyê, roja 25.07.2012 li Qamişloyê civîneke Kurdan çêbûye û di encamê da Sazîya(Desteya) Bilind a Kurdistana Rojava saz bûye ku ew ji deh kesan pêk hatîye (5 ji ENKS û 5 ji EGRK). Ev hewildana girîng li gorî daxwaz û hedefên Peymana Hewlêrê pêkhatîye ku ew peyman di 11 yê temûzê da di bin çavdêrîya Serok Barzanî da hatibû îmzakirin. Li gorî peymanê di herêmên Kurdî da girêdayê Sazîya Bilind Komîteyên Herêmî pêkhatine û ew di bin şîara `Sazîya Bilind a Kurdistana Rojava nûnerê min e!` gelek hewildan çêkirine. Cîyê kêfxweşîyê ye ku heta nûha li tu deverî di navbeyna Kurd û Baasî an muxalefetê da şer çênebûye.

Tê gotin ku Tifaqa Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê îdareya herêmên , Efrînê, Amûdê, Kobanîyê, Tirbêspîyê û Dêrika Hemo xistine dest û îdareya bajarê herî mezin a Kurdî Qamîşlo hê çareser nebûye. Li gorî nûçeyan Îdareyên Baasîyan lj ivan pênc herêmên Kurdî bi riza dilê xwe vekêşane û Tifaqa Kurdî îdareyên wan girtine destên xwe. Tê ragihandin ku îdareya Kurdî wext daye îdareya Baasî ya Qamişloyê da ku ji bajêr vekêşin. Lê tê gotink u di van rojên dawîyê da li Qamişloyê jî baskê Artêşa Surîye ya Azad çêbûye û piranîya fermandarên wê Ereb in. Heger ev gotin rast be, bê guman jibo pêşeroja Kurdên Rojava ev nîşaneke ne baş e û cîyê xeterîyek nîşanî me dide. Belam poşeroja Artêşa Surîye ya Azad ne dîyar e jibo alternatîfeke demokratîk li Surîye. Ji ber ku ev artêş jî di bin pêşevatîya zabit û generalên Baasîyên kevn da hatîye çêkirin ku ew ji Artêşa Esad revîyane. Di nav artêşê da gelek endamên Hizba Birayên Misilman hene û ji bilî wan endamên El Qaîdeyê jî li wir cîh girtine.

Bi ya min Tifaqa Kurdên Rojava divê bi her awayî girêdayê Peymana Hewlêrê bimîne û hazirîyên xwe yên piralî di vî derbarî da çêkin. Gafeke girîng û ewil ew e ku ewlekarîya herêmên xwe têxin destên xwe. Divê em qet ji bîr nekin ku ji dervayî Îsraîlê di Rojhelata Navîn da û bi taybetî jî di nav dewletên ku Kurdistanê di nav xwe da parvekirine da kultura demokrasîyê nîne ye. Mixabin ev rastîyeke tal e. Vaye nimûneya herî balkêş rewşa Başûrê Kurdistanê li ortê ye ku hê jî pirsa Kerkûk û gelek deverên dî çareser nebûye û ne zelal e da sîstema federalîyê wê bimeşe an na. Loma temînata Encûmena Mixalefeta Surîye û Artêşa Azad tuneye ku wê piştî hilweşandina Hukmê Baasê hukmeke demokratîk damezrînin û ew bi xwe ra pirsa Kurdî û Kurdistanê jî çareser bikin. Tifaqa Kurdî divê bi her awayî mezin bifikirin û di wê çarçeweyê da ji xwe ra tifaqdarên dî jî peyda bikin. Ji ber ku li Surîye gelek netewe an civatên cuda dijin û ew bi xwe jî dê bikevin nav hewildanên tifaqdarîyê. Di vê çarçeweyê da tifaqdarên Kurdan ên herî girîng di serî da civatên ne misilman û yên din in ku ew wek file/ermen, suryanî, durzî, cuhî û wd in ku ew jî dikarin li ser bîr û bawerîyên demokratîk û laîsîzmê digel Kurdan tevbigerin. Ji ber ku ji bilî Kurdan tu civeteka dî nîne ye ku bawerîyê bide yên nemislim. Tenê Kurd dikarin li herêmê wê yekê pêkbînin. Li ser tifaqeke weha divê Kurd hewl bidin xwe da ku Reqa û Helebê jî têxin nav wê sînorî. Lê divê Kurd dereng nemînin û di vî derbarî da têkevin nav hewildanên piralî. Belam sîyaset valahîyê qebûl nake. Dema tu wê neynî şûnê û valahî çêkî, wê hinekên dî wê erkê bigrin ser xwe û valahîyê dagirin.

Wekî dî divê Tifaqa Kurdî şert û mercên navdewletî jî bigrin ber çav û girîngî û giranîya wê faktorê bi piralî hesab bikin û li gorî rastîya Rojhelata Navîn têkevin nav hewildanên cuda. Ji destpêkê da destên gelek dewlet di nav kar û barên Surîyeyê da bûn. Ev duh û îro weha bû û sibê jî wê ew destdirêjî berdewam be. Di alîyek da Îran, Hizbullaha Lubnanê, Rusya û Çîn piştgirîya Hukûmdarîya Baasê dikin da ku ew hilneweşe. Di alî dî da jî Turkîye, Arabistana Suudî, Qatar, Emrîka û Yekîtîya Ewrûpayê (YE) jî dixwazin ku ev rejima hov were ruxandin. Loma di serî da navendên Ankara, Waşîngton, London, Parîs û Bruksel piştgirîya mixalefeta Surîye dikin û Tirk bi xwe jî li Stenbulê jibo mixalefetê mazuvanîyê kir û li wir gelek civînên wan çêbûn. Ji destpêkê ve Erdogan gotîye ku pirsa Surîye êdî bûye pirsa wan a navxweyî. Bi navkirineke weha Erdogan hewqas ji xwe ve çûye ku jê xîyale Surîye bajareka wan e. Ev jî ne bê semede e. Belam Erdogan bi çavê xelîfeyek an sultanek li xwe dinêre. Êdî eşkera bûye ku rêvebirên Tirk di warê perwerdekirin û çekdarkirina Artêşa Surîye ya Azad da roleke girîng girtîye ser xwe. Dîsa tê ragihandin ku ji Qatarê, ji Afganistanê û ji gelek deverên dî insan tên li Turkîyeyê perwerde dibin û derbasî Surîyeyê dibin. Ev jî ne jibo selametîya dahatûya civatên Surîyeyê ye piştî hukmê Baasîyan. Jibo Tirkan semedeke sereke ew e ku piştî Baasîyan Kurdên wê heremê nebin xwedîyê desthilatdarîyek. Loma Tirk naxwazin sîstemeke demokratîk li herêmê çêbe ku ew li dijî sîstema wan bibe xeterek.

Divê were xuyakirin ku piştî êlankirina Sazîya Bilind a Rojavayê Kurdistanê eşkera bû; acizî û tehdîdên hukûmat û dewleta Tirk xwe nîşan dan. Bi taybetî tehdîdên Serokwezîr RT Erdogan bê sînor bû û van gefên wan hê didome. Ew zirtan li xwe dixin ku xwedêgiravî di nav wê sazîyê da PYD ango PKK jî heye ku ew wê qebûl nakin. Mirov tehdîdên Tirkan fêhm dike. JI ber ku perçeya herî mezin a Kurdistanê di bin dagirkerîyaTurkîyeyê da ye û hê jî hebûna Kurdan bi awayeke fermî nehatîye qebûlkirin û mafê wan ên demokratîk û neteweyî nehatîye dayîn. Ji ber polîtîka Tirkan a qedexe û înkarkirinê ew naxwazin Kurdên perçeyên din jî bibin xwedanê çarenivîsa xwe. Ew baş pê dizanin ku zu an dereng wê roj were Kurdên Bakûr ku di bin bandora wan da ne jî bigihîn mafên xwe yên heqîyê. Ji ber ku duh roja Kurdên Başûr bû, îro wê ya rojava be, sîbê wê dora Rojhelat be û dusibê dor tê bakurîyan. Êdî Tirk jî pê dizanin û bi hemî qewet û îmkanên xwe ve dixwazin pêşîya vê rastîyê bigrin.

Jêder: Netewe