Şûnvareke dîrokî li Bajarê Şerdeştê hate dîtin

15:08 - 21 Çirriya pêşîn 2015
ajansa Kurdpa: Piştî ked û mandîbûneke zaf, hebûna jiyan û şaeistaniyet a kevnar li bajarê Serdeştê hate selimandin û şûnvarên dîrokî li 5 herêmên “Nîskawê, Birîswê, Balan, Baxê û Birzîlê” hatine peyda kirin.

Li gorî rapora gehiştî destê ajansa Kurdpayê, herêma “Pênc Gund” a bajarê Serdeştê, 6 hizar sal barî jidayîbûna Mesîh, cihê jiyana xelkê bûye.

\"28831.jpg\"
Dî vê lêkolînê de şûnvarên jiyana mirova a serdemê Kevirîn hatine peydakirin, û hatiye ragehandin ku tîma lêkoler wê liser karê xwe berdewm be û, kelûpelên ku tên peyda kirin jî, bona lêkolîn û ceribandinên din, wê ji mozexaneya bajarê Urmiyê re bên şandin.

Girê “Rebet 1” yek ji dewletbajarên kevnar ên Îranê tê hesibandin ku serbarê vê ku di sala 1340’an de hatiye peyda kirin, lê heya niha tu lêkolînek micit liser nehatiye encamdan û, serbarê xemsariya dezgehên peywendîdar li hemberî parastina şûnvarên dîrokî di Îranê de, niha dizîn û bitalanbirina wan şûnvaran di Îranê de bûyek pîşeyek pir ji dahat.

Eva di demekê de ye ku bajarê Serdeştê serbarê hebûna çûnvarên zaf ên dîrokî, niha jî bê mozexane ye û piraniya asevarên wê yên dîrokî bo derveyî Kurdistanê tê veguhastin.

\"28836.jpg\"

\"28835.jpg\"