Sulêman Beg jî bû ardûyê agir

16:35 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Daristan, xweza û gihayê Sulêman Beg li Baneya rojhilatê Kurdistanê jî, bi bûyera agir re rû bi rû ma û bû rejî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh yekşemî 5`ê tîrmehê, beşek berçav ji daristanên Sulêman Beg li Baneyê, di nava guriya agir de ma û şewtî.

Wê agirpêkevtinê xisarek mezin gihande suriştê ku sedema wê hîna nehatiye zelalkirin.

Hêjayî gotinê ye, li halê hazir ew agir ji aliyê Encûmena Pajîn a Baneyê ve hatiye kontrolkirin.

Li aliyê din, roja şemî 4`ê tîrmehê jî, daristana“Garan” li Merîwanê jî tûşî şewatê bibû; ziraker mezin gihîştibû ajelên vê deverê û xwezayê vê jî, ji holê rabibû.

\"28103.jpg\"
Roj nebe ku peyamnêrên Kurdpa, li bajar û gundên rojhilatê Kurdistanê nûçeyên şewata daristanan belav neke. Wan şewatan heya niha zirarên pir mezin gihandine ajalên daristanan û xwezaya Kurdistanê ber bi kombaxbûnê ve birine.

Hêjayê gotinê ye tevî vê yekê ku navendên peywendîdar ên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê haydarê wan bûyerên şewatê ne lê tu hewlekî bo vemirandina agir nagrin ber xwe. Her wiha li tu parêzgehên kurdistanê, alavên pêşkevtî yên vemirandina agir nehatine dabîn kirin.

Li aliyê din piraniya şêniyên Kurdistanê ser vê baweriyê ne ku xwezaya kurdistanê bi plan û senaryoyên pêştir hatî amade kirin ji holê tê rakirn. Piraniya caran bi hinceta ku hêzên dijberî hikûmeta li daristana dimînin, Sipaha Pasdaran bi zanebûn xwezaya Kurdistanê şewitandine.

Tevî vê yekê ku kontrolkirin û vemirandina şewatên ku li kurdistanê pêktên, wek erka navendên hikûmetî yên têkildarî wan bûyerane. Lê heya niha tevahiya agirpêkevtinên Kurdistanê, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvan û encûmenên jîngehparêzî ve hatine vemirandin.