Stranên Newrozê

15:25 - 19 Adar 2013
Unknown Author
KAKŞAR OREMAR

Newroz roja şahiyan, roja liv û lebata sirûştê ye. Mirov jî bê sirûşt nikarin bijîn, çimkî pareke sirûştê ne. Ev roja nû roja me ye, divê Newroz bimîne. Ji ber wê jî min bi fer dît ku vê carê li ser cih û navê Newrozê di stran û hunera Kurdî da binivîsim.

Xwedî derketina ji mîras û çandê tê wateya dewlemendiya her netewekê ku ji nasnama xwe ya netewî hez dike. Bawerim razeke mayîn û nehelandina me Kurda jî di vir da veşartiye.

Di 50-60 salên dawiyê da qêrîn û banga Newroz û Adarê bi dengên xweş bêtir li Kurdistana mezin belav bûye. Helbestvan, hunermend û stranbêjan destê xwe dane hev û li ser vê yadigara bav-kalan newa û stranên xweş afirandine. Ji salên 60an dengê mamosta Aram Dîkran bi rêya radioya Êrîvanê belav dibû. Wî bêtir ji hemû hunermendên Kurd li ser Newroz, bihar û Adarê stran gotine. Tevî ku ew Ermen e, lê bêtir ji Kurdekî agehdarî orf û adetên Kurdewarî ye. Ji ber wê jî carna wiha diqêre:

„ Adare ax adar e / Newroz û xweş bihar e
Adare xweş rengîn e / Ew dem û cenga şîn e
Zivistan weke dûj e / Adar e û Newroz e
Dijimina derda ye / Ser sala me Kurda ye”

***

Li vira hinek zêdetr balê bidenê ka Aram çawa bi zanebûn ceng û rizgariya Kurda bi hatina Newrozê ve girêda ye.
Herwiha mamosta Aramê hunermend di straneke din da jî hez û evîna mirova ya ji bihar û Newrozê re wiha beyan dike:

“Newroze, Newroze sibe ye Newroze / Maçek bide min yar cejina te pîroze”
Ew ji dêla xelata ji aliyê yarê ve tenê daxwaza maçekê jê dike. Ev jî nîşanek bihêze ji bo îspata dewlemendiyên orf û adetên Kurdewarî. Bihar, sersal û Newroz an jî Nûroj mukemilî hevin. Aram vê rastiya sirûştê wiha bi lêv dike:

“Newroze û bihare / belbûne gul û dare
Mîna gulê hare / Destê mi bi destê yare
Newroz û ser sale / Nêva gulê ale…”

***

Di dema hatina Newrozê mirov li dora hev dicivin. Rûgeşiya mirova bi germahiya sirûştê tê guherandin. Heza ji jiyan û daxwazên nû re jî zêdetir dibe. Hêzeke nû di laş û ramanên mirovan da peyda dibe. Ji ber wê jî Kurda hatina bihar û Newrozê ji xwe re kirine hêcetek ji bo standina mafên xwe yên siyasî. Ev rewş ji salên 1950an û pêda heya roja îro li Kurdistanê berdewame. Demekê li Silêmaniyê mamosta Pîremêrd serkêşiya vêxebatê kir û heya salên 1970an berdewam bû. Li pey wê li parên din yên welatê bindest û bi taybetî jî li bakurêKurdistanê hereketa azadiyê Newroz wek mîrasekî çend hezar salî kiriye sembolek li dijî rejîma dagirkera Tirkiyê ku heya roja îro jî hebûna Kurd û Kurdistanê napejirîne. Îro agirê geş û gorê Newrozê êdî ronahiyek nû li pêşberî jiyan û qedera Kurda vekiriye. Mamosta Aram dema rewşeke wiha dibîne, wiha gazî Kurda dike: 

“Newroz Newroz e li vê cîhanê / Cejina Kurda ye li Kurdistanê
Ala me yî rengîn bînin meydanê, rabine dîlanê / Hevalno rabin serê zozana
Ji şiva çêkin tîr û kemana / Nema em bitirsin ji koledara û ji neyara” 

***

Hewriha li dereke din jî wiha distire:

“Newroz sersala me ye / Welat welatê me ye
Cî merkez warê me ye / Dor çiyê pêşmerge ye” 

***

Aram biqasî ku ji Kurda dixwaze ji Newoza xwe xwedî derkevin û şerê ji bo azadiyê bimeşînin, ewqas jî behsa bedewiyên demsala biharê dike:

“Newroz sersala me ye / Gulên sor reng reng geşin
Dengê bilbilan xweşin / Dost û yar tên dimeşin
Nêrgiz şalûl serxweşin.” 

***

Hemçax bi vê xebata mamosta Aram re bawerim kesê duyê li Kurdistanê hunermendê dengxweş Hesen Zîrek e ku li ser biha û girîngiya Newrozê straye. Nemir Hesen Zîrek jî bi rêya radioya Kirmaşan û Tehranê helbesta nemir Pîremêrd ya li ser Newrozê bi awazek xweş dixemilîne û bi dengê xwe yê bilind li her dera Kurdistanê belav dike:

“Em rojî salî taze ye Newroze hatewe / Cêjnêkî konî Kurde be xuşî be hatewe
Wa roj helat le bendenî berzî welatewe / Xiwênî şehîd rengî şefeq şewiq her edatewe
Çend sal gulî hîway ême pêpest(bê ber) bû taku par / Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Pêy nawê bo, şehîdî weten şîwen û girîn / Namirin ewaney wa le dilî milleta her ejîn
Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe / Lawan be eşiq eçûn be berew pîrî mergewe
Ew renge sore bûke le asoy bilindî Kurd / Mojdey beyanî bû gelî dûr û nêzîk ebird.” 

***
Hunermend Dilovan jî di straneke xwe da wiha behsa Newroz û doza Kurda dike:
„Newoz hatiye biharê / govend geriya li meydanê werin herin dîlanê / ev cejina Kurdistanê“

***

Hunermendê canemerg Eyaz Zaxoyî tevî ku demeke kurt jiya, lê strana wî ya li ser Newrozê heya roja îro hê jî ji bîra xelkê neçûye. Ji bîra nekin ku ev stran di demekê da hate gotin û belav kirin ku rejîma Baasiyên Kurdkuj li başûrê Kurdistanê bêrawestan Enfal û qira Kurda ji xwe re kiribû karê herî sereke. Eyaz hingî ew Baasî û xwînmêjiya wan şibandinbû zilma Zehak û wiha qêriya bû:

„ Newroz hat û bi gul û rîhan / Cejna me ye li bist û êkê
Ew Newroza bîka ciwan / Agirî hilkin serê rêkê
Yadigare ji bab û bapîran / Wa şikandî qeyda zincîran
Der kirin rojhelata me / Dê rabin hilkin xetîran“ 

***

Ev dêrên helbesta jor ku ji hiş û ramanên nivîskarê nemir Segvan Ebdulhekîm derketine, bi bîra dagîrkeran tîne ku Kurd di rewşên herî nexweş da dev ji doza xwe ber nadin. Ji ber wê jî wiha behsa armancên Newrozê dike:

„Newroz hat û roja nû ye / Bi deskê gulan xemlandiye hemî waran dîlan rabî / Cejn û aheng û kenî ye
Wan celalan av lê boşe / Seyran li wan milan xweşe
Kar û rewiştê milletî / Cejna Newroz mendehoşe” 

***

Wan sala li başûrê Kurdistanê bizava siyasî pir qels bû, lê ronahiyek ji hêla çiyayên Kurdistanê ve dihat dîtin. Eyazê dengxweş û hunermend vê hesreta xwe wiha beyan dike:

“Newroz hat û roja mêra / Millet xurî wekî şêra
Rûxandin koşka neyara / Bilind bû ala dilêra
Newrozê hey lê lê Newroz / Tu roja mêrêt xwedan soz
Dê mînî bişkujekî geş / Bo me Kurda cêjnek pîroz”.

***

Pirensîsa bêtac û text Eyşe Şan jî ku ji salên 1979an û pêde ketibû nava bêdengiyek xemgîn, li pey geşbûna agirê şoreşa bakurê Kurdistanê careke din dengê xwe yê şilik û nazik li çar aliyên welat belav kir. Lê vê carê serhildanên li Cizîr, Amed û Şirnexê bandora xwe li ser wê jî danîbûn. Wê ji salên 1960an û pêde tama êş û elemên bindestiyê bêtir û zêdetir ji hunermendên din kişandibû. Çimkî ew yekemîn jina Kurd bû ku li bakurê Kurdistanê bi zimanê xwe yê zikmakî stran gotibûn. Nav û dengê wê sinor bezandibûn û bibû sembol û serkêşeke şoreşa Kurda ya çandî. Dema ew serhildana Kurda li Newroza salên 1990an dibîne, hovîtiyên rayedarên komara Tirkiyê jî nikar tehemul bike. Ew bi hastên xwe yên nazik li ser Newrozê wiha dike gazî:

“Lê dayê dêranê îro biharê Newroza me Kurdane / Li me hatî bi top û tifenga şerekî giran e
De bêje em ê hatanî kingê li welatê xwe xerîb bin / Emê bikşînin bindestî û zilm wan dijmina 
Dayê Ax aman aman aman aman derdê min girane dayê / Kula me welate dayê Newrozê Newrozê dayê Newroz dîlane
Newroz Newrozê keko ew îda Kurdan e / Kula me welate dayê derdê me giran e“

Dengbêj Şemdîn jî di yekemîn berhemê xwe(Ala Rengîn 1989) de, biha û cihê Newrozê yê siyasî-civakî wiha bi bîra dîrokê tîne:

“ Newroz cejinek bihaye / dîlana me Kurda ye
Kêf û şahiya Kurda ye / Agirê li ser çiya ye
Nîşana keç xorta ye / ewa dengê Kawa ye
Bihara me tu şengî / tu ji me re şan û cengî
Tu ji me re nav û dengî / bîst û yekê Adarê
Tu sorgula sê rengî / keske sora sê rengî” 

***
Stranbêja nemir şehîd Mizgîn ku xebata ji şoreşa Kurdistanê re ketibû nav rih û cane wê, sala 1986an di kaseta Koma Berxwedan ya 4mîn da li ser Newrozê mesajeke wiha dide û ji me re eyan dike ku xwîna ciwanên Kurd, yê agirê Newrozê gortir bike:

“Îro newroze, li welat dîlane / Tîrêj û birûske cenga giran(şêrane)
Vaye bi rêket şoreşa Kurdan / Newroze ku ji me re lê darxistin
Kawey hemdemî Mazlum Doxan....
Bêfeyde naçe şûna xwîna sor / Hukimê zordara hilweşe bi zor
Bin ala enî pîroz be newroz” 

***
Endamê Koma Berxwedan yê herî dengxweş Xelîl Xemgîn jî di rewşeke hessas da ku Kurda hêdî-hêdî li bakurê Kurdistanê li dijî sîstema totalîtera Kemalîstan serî hildidan, wiha behsa biha û rolê Newroz û biharê di jiyana Kurdan da dike:

“Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila / Newroz û sersala dila, kengî bixêr tu bê bihar
Îsal zivistana me sar e, berfa spî hur tê xwar e / Xemilandin deşt û zinar, kengî bi xê tu bê bihar 
Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî / Dîsa bi ser çiyan Kevin, kengî bi xêr tu bê bihar.”

Helbest ya mamosta Cegerxwîne û di naveroka wê da xuya ye ku ew di etmosfêrekî tije zulim û tepeserî de bi hesreta kişandina hewayekî azad e. 

***
Di van salên dawiyê da marşek li ser Newrozê gelek tê bihîstin û guhdarkirin. Ew marş ji hêla koma Azad ya girêdayî NÇMê ye ku mesajek dewlemend û tejî coş tê da ye: “Newroz tu cajna gelê Arî Newrozê Newrozê / Em karkirê vî karî Newrozê Newrozê Emê hildin vî barî Newrozê Newrozê / Werin geş kin vî arî Newrozê cejna me Newrozê Newrozê Newrozê cejna me / Newrozê Newrozê Newrozê cejna me Bêhna te gelek xweş e Newrozê Newrozê / Por sor e çav reş e Newrozê cejna me Bi çiya ve hildikşe Newrozê Newrozê / Govenda te şûr reş e Newroza gelê bindest Newrozê Newrozê / Te jiyaneka nû dixwest Newrozê cejna me Ezê pêçim çek û rext, Newrozê Newrozê / Te bibînim ser text.” 

***
Endameke din ya koma Berxwedan stranbêja dengxweş Zozan e ku demekê gelek aktîv û dengê wê di nava stranbêjên Koma Berxwedan da xwedî tam û xweşiyek taybetî bû. Ew jî li ser Newrozê wiha distire:

“Bihar xweşe bi nave te Newroz Newroz / Kesk sor zer bi xemila te Newroz Newroz
Xorta agir dadane ji boy te canfîdane / Keça agir dadane ji boy te canfîda ne
Newroz, Newroz….
Girtin periya dîlanê Newroz, Newroz / Bi hêza şoreşvaniyê Newroz, Newroz...
Deng belav bû li cîhanê, ji bo jîna Kurdistanê / Newroz, newroz...”

***
Bav kalên me beriya hatiyan îslamê di yekemîn roja Newrozê da li ser qencî û kirina karên çê, şîret li kesên derdora xwe dikirn. Ji roja yekê heya roja sêzdê merasimên cûr bi cûr hebûn, lê padisahên wê serdemê hunermend û sazbend li dora xwe kom dikirin û şahîyên taybetî di huzûra wan da li dardiketin. Hingî roja xelata jî hebûye. Ji ber wê jî em heta roja îro dibînin ku bi hatina Newrozê re bav û dê an jî kesên nêzî hev bi pêşkêşkirina xelatan diçine dîtina hev û ceijna hev û din pîroz dikin. Li rojhelatê Kurdistan, Efxanistan, Tacîkstan û Îranê sahiyên Newrozê bi cejina çarşemba sor(bi farsî çarşembê sûrî) dest pêdike û bi sêzdebederê jî bidawî dibe.

Û di dawiyê da dixwazim bêjim ku di dawiya salên 70an da bi dengê Şivan û Gulistan Perwerê peyam û heza ji Newrozê gehişte her çar aliyên Kurdistanê. Gulistan tevî ku hingî di karê xwe da keçeke nûgihiştî û ciwan jî bû, lê bi baştirîn şêwe û hissên gelek kûr wiha evîn û dîroka Newrozê radixe ber çavan:

“Ey Newroz, ey Newroz tu li gelê Arî pîroz
Dema hîva Adarê li destpêka biharê
Gul û gulçîn kemlîn, şax û deşt tev xemlîn
Gelêm cejina we bixêr be li her derê pîroz be
Cejina Newroz dîsa hat weke rojê li me hilat
Li çiyan û li baniyan agirê Newroz tê dadan
Ev agirê rizgarî li Kurdistanê dibarî
Nîşana cejina Newroz gelê me li we pîroz
Dema Newroz tunebû, gelê Arî bindest bû
Dehakê hovê xwînxwar mêşkê mirovan dixwar
Dijî vê zulma giran şoreşek bi şerf dan
Gel û Kaweyê Hesinkar Newroz ji bo me kir diyar
Armanca pîroziyê ji bo serefiraziyê
Newrozek nû lidarxin, gelê bindest pê şakin
Li ser xakê Kurdistanê bidin kana û jinyan
Bi rindî û xweşî û dîlan em şên bikin Kurdistan.”

***
Gelî xwîndevanên hêja: Li vira min tenê wek nimune nav çend hunermend û stranbêjên Kurd anî ku li ser Newrozê stran gotine, lê stranbêj û hunermendên weke: 

Hesen Şerîf, Beser Şahîn, Birader, Nasir Rezazî, Canê, Ciwan Haco, Necmedîn Xûlamî, Mihemed Şêxo, Seîd Yusif, Şiyar Farqînî, Dilgeş, Fatê, Koma Agirî, Şehîd Sefkan, Şehrîbana Kurdî, Dîno, Xêro Abbas û çend komên weke Agirê Jiyan, Geliyê Zîlan, Cizîra Botan, Dengê Gerîla, Koma Çiya, Dengê Azadî, Dîlan, Çar Newa û….hwd jî li ser Newrozê stran û awaz gotine û afirandine.

Sipas bo wan stranbêj, hunermend, rewşenbîr û helbestvanên ku bi afirandina stran û awazan ji mîrasê me yê çandî û çend hezar salî re xwedîtî kirin. Qebqeba wan ji ya kewê ribad xweştir e. Bi vî awayî wan jî nav, hurmet, ked û karê xwe kirin malê dîrokê û ji bîra civakê naçin.