Sporvanekî Kirmaşanî, pileya yekem a cîhanê bidest xist

19:37 - 16 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Tekvandobazekî Kurd li Kirmaşan a ser bi Rojhilata Kurdistanê ve, di 22`hemîn gera pêşbaziya tekvandoya cîhanê ku li Rûsiyê de birêve çû, karî medalyaya zêr qezenc bike.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tekvandkarê Kurd yê bi navê Mesûd Hecîziware, di qonaxa dawîn ya pêşbaziyê de, karî bi ser karatebazekî Uzbekistanî re biser bikeve û medalyaya zêr ji xwe re misoger bike.

Navbirî roja 13ê Gulanê karîbû bi ser karatekarên weatên Elcezayir, Kurwasî, Îspaniya û Mekzîkê de biser bikewe û li kêşa jêr 74 kîloyî de xwe gihande qonaxa dawîn a rikeberiyê.

Ew sporvanê kurd piştre li qonaxa dawîn (Fînal) de karî bi ser karatekarekî Rûsî de ku qaremanetiya navnetewî jî hebû, biser bikeve û medaliyaya zêr bidest bixe.

Hêjayî gotinê ye werzişkarên Kirmaşanê di sala 1393an a rojî de karîbûn zêdeyî hezar û 75 medalyayên cur bi cur bidest bixin.

Çend rojan berî niha Yûsif Qadiriyan, guleşvanê kurd ê xelkê Seqizê li pêşbaziyên berînganê ya Asiyayê de ku li Dewhe ya Qeterê de birêve çû, karîbû bi ser rikeberê xwe de biser bikeve.

Ew guleşvanê kurd li kêşa 80 kîloyî de bi “Ayşa Ayşan” ji Çînê ve li vê berêkanêyê de beşdar bû karî bi poanê 6.13 bi ser de serbikeve û medalyaya zêr bidest bixe.