Sozên bi “Mesiyê Asyayî” re hatin dayîn, tenê durûşm bûn

14:44 - 3 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Futbol û lîstikvanên vê beşa sporê di Kurdistanê de bi siyaseta guhnedan û xemsariya nawendên têkildar re berbirû ne.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ew sozên karbidestên hikûmeta Îranê ku tenê di gotinan de bikartên û di warê piratîkê dê nayên cî bi cî kirin, vêca lîstikvanê nûciwanê Merîwanî Yadigar Rostemî naskirî bi Mesiyê Asya, ji hiviyên mezin ên di dil de, bêhêvî hişt in.

Bavê futbolvanê nûciwanê Merîwanî di hevpeyvîn digel medyayan ragihandiye: Ew qewlên berpirsên hikûmeta Îranê bi kurê wî danî, tenê soz û gotinên bêbingeh bûne ku diwarê piratîkê de tu encam bi xwe negirtine.

Piştevanî nekirina karbidestên hikûmeta îslamiya Îranê yên girêdayî bi beşa sîporê, di demekê de ye ku heya niha bi çendîn car mediya û dezgehên ragihandinê xwestinê wî nûciwanê Merîwanî bi cîhanê bidin nasandin.

Yadigar Rostemî ku bi tomarkirina 5 gulan tenê di lîstikeke Ewropî de, navê binav û bang ê Mesî (lîstikvanê Arjantînî) bi xwe re qazanc kiribû, piştî vê Yadigar girêbesteke 5 sale ligel Akadimî kiya(yarîgeheke welatê Îranê) wajo kir.

Rexma hêz û şiyana li werziş û Futbola Rojhilatê Kurdistanê de hene lê Kurdistan xwedî tu tîmên lîgên1ên Îranê nîne.

Di wî warî de midûrê giştî yê Weriziş û Ciwanan li Parêzgeha Sine, nakokî û ferq û ciyawazî, ji sedemên paşkevtina futbola Îranê destnîşan kir.
Alîkarî nekirina madî, nedana bûdceyê bo wê beşa werzişî, ferq û ciyawaziya nirxa bûdceya dewletê li navbera parêzgehên Îranê, ji sedemên sereke yên pêşnekevtina Futbola Rojhilatê Kurdistanê û Sine tên hejmartin.