Solên zêrîn ên torentoya Almanyayê bi nûciwanekî Pîranşarî hate dayîn

23:05 - 12 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Nûciwanekî Kurd ê xelkê Pîranşarê di pêşbaziya leyîzên torentoya Almanyayê de, karî ku xelata “pêlavên zêrîn” ji xwe re bi dest bixe.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, di çarçoveya leyîzên topa pê ya tornomênta Almanyayê, nûciwanekî Kurd ê xelkê Pîranşarê bi navê Ferhad Zawişî, kariye ku xelata pêlavên zêrîn yê wan leyîzan bi dest bixe.

Piştî vegeriyana Ferhad Zawişî ji tornomenta Almanyayê li ser vexwandina fermî ya balyozê Norvejê, li Tehranê, navbirî serdana vê balyozxaneyê kir, û ji aliyê “Xatû Nûrhaym” ve hate pêşwazîkirin.

Pêştir jî, yadigar Rostemî xelkê Merîwanê ji aliyê Mehdî Mehdewîkiya ve naznavê Mîsiyê Asiyayê pê hatibû bexşîn.

Leyîza tornomênta Almanyayê, îsal bi beşdariya welatê Alman, Norvêj, Beljîk, japon û Îranê bi rê ve çû.