So`ida Xedîrzad bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq nerohniya qedera xwe, hewla xwekujiyê da
Sibêdeha roja Pêncşemî 27`ê Gelawêjê, binçavkiriya Kurd “So`ida Xedîrzade” ya xelkê bajarê Pîranşarê bi rêya bidarvekirinê li benda jinan a girtîgeha Navedî ya Urmiyê, hewla xwekujiyê da.
Pêka çavkaniyek agehdar ji girtîgeha Urmiyê, ew binçavkiriya siyasî bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq nerohniya qedera xwe û givaşên dezgehên ewlehî, hewla xwekujiyê daye û bi hewla demldest ya binçavkiriyan, ji mirinê rizgar bûye.
Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Yek ji çavên vê binçavkiriya siyasî derb pê kevtiye”.
Wê çavkaniya agehdar ragihand: “So`ida Xedîrzade û zaroka wê, piştî wê hewlê bo beşa bêhdariya girtîgehê hatine veguhastin û ew girtiya ji warê pîskolojîkî ve di rewşek xirab de ye.
Taya 3 a dadgeha cezakirinê li bajarê Mehabadê, bi azadkirina demkî ya “So`ida Xedîrzade” barimteya 3 milyard Tumenî diyarî kiriye.
“So`ida Xedîrzade” roja Duşemî 30`ê Cozerdanê, zaroka xwe li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê anî dinyayê û yek roj piştî sezariyenê bo girtîgeha bajarê Navedî ya Urmiyê hatibû veguhastin.
Tomarkirina barê kesayetî û vergirtina nasnameyê bo zaroka wê girtiya siyasî bo piştî azadkirina wê ji girtîgehê ve girê dane.
“So`ida Xedîrzade” bi qederek nerohn di girtîgeha Navendî ya Urmiyê de maye, roja Duşemî 30ê Cozerdana sala 1401`an a rojî zaroka xwe anî dinyayê û berpirsên girtîgeha Navendî ya Urmiyê malbata wê agehdarê jidayîkbaûna zarokê nekirine û heta ew agehdar jî nekirine ku sezariyena wê di kîjan nexweşxaneyê de hatiye encamdan ku kesek ji malbata vê li gel be û berpirsên girtîgehê tenê îzin dane ku yek ji bainçavkiriyên jin di nexweşxaneyê de digel bimîne.
“So`ida Xedîrzade” li roja Sêşemî 6ê Banemerê bo nîşandana nerizayetiya xwe li benda jinan a girtîgeha Navendî ya Urmiyê de, dest avête girêva birçîbûnê û dermanan û piştî 12 rojan bi sozdana berpirsên girtîgehê li derheq azadkirina demkî bi merca danîna barimteyê, dest ji girêvê berda.
Herwisa saziya Lêbihorîna navnetewî, di berteknîşandan li hember rewşa wê binçavkiriya siyasî belav kiribû: “Binçavkirina wê li dijî pêwerên dadweriyê ye û ji warê navnetewî ve xweserane tê hesabandin.
Berê wê welatiyê bi rêya şandina du nameyan ji dastanê pîranşarê daxwaz guherîna cezaya binçavkirina demkî bo dana barimteyê kiribû lê dadsitan û lêpirsê dosyeyê digel daxwaza wê dijayetî kirbûn.
“So`ida Xedîrzade” di daxwaznameya xwe de ragihandibû ku di rewşeke xirab di girtîgehê de ye û bi sedema pêgiraniyê, zexta xwînê, pirsgirêka gurçikan û dîska pişt û pirsgirêka dil û derûnî, hesp bo dijwar e.
Roja Duşemî 17ê Xezelwera sala 1400an a Rojî, ew binçavkiriya siyasî ji girtîgeha Îtila`at a Spahê bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.
Ew welatiya di heyama binçavkirinê de ji hevdîtin digel malbata xwe û mafê parêzer bêpar bûye.
Roja Pêncşemî 22ê Rezbera sala 1400an a Rojî, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiya binçav kiribûn.
Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li dijî wê welatiya Kurd ti zaniyariyeke serast li ber dest nîne.