Siyaset-Hêz û perwerdeyî

20:30 - 16 Nîsan 2015
Unknown Author
Samî TAN

Dawiya dawîn lîsteya berendamên partiyan diyar bûn. HDP’ê jî lîsteya xwe duh pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinê kir. Wisa xuya dike ku dê çarenûsa HDP’ê çarenûsa Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn diyar bike. Helbet divê mirov bi vê bîr û baweriyê nêzîkî mijarê bibe û helwesteke li gorî wê bigire. 

Lîsteya HDP’ê lîsteyeke rengîn û pirdengîn e. Ew ê bi vî awayî dê ji zîhniyeta yekperest re bibe alternatîf. Her çi qas hê mirovan girîng û pêwîstiya pirdengî û pirrengiyê fehm nekiribe jî, ev hişmendî her ku diçe zêdetir di nava gelên Rojhilata Navîn de cihê xwe dibîne. Helbet siyaset bi hêzê tê kirin, îro têkoşîna azadiya gelê kurd li Rojhilata Navîn hêzeke sereke ye,

lewma jî tu bend nikarin rê li ber wê bigirin. Ev jî cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Li aliyê din, di pergala heyî de siyaset ji bo desthilatiyê ye. Ji ber vê yekê jî siyaset pirî caran ji bo çareserkirina kêşeyên civakê nayê kirin; wekî şerê desthilatiyê xwe nîşan dide. Şerê ji bo desthilatiyê hişmendiya çareserî û demokrasiyê têk dibe. Ew nahêle ku mirov hiş û aqilê xwe bidin ser rê û rêbazê çareseriyê. Ji bo ku rê li ber vê yekê were girtin, pêdivî bi bîr û baweriyeke xurt; bi armanc û daxwazeke payeberz heye. Ji bo gelê kurd ev armanc azadî û demokrasî ye. Her beşa civakê divê bi qasî ya xwe ji bo azadiya mirovên din jî tê bikoşe. Divê em bizanin ku azadî û rizgariya me girêdayî hev e. Em hêvî dikin bi taybetî hevalên ku neketine lîsteyê bi vê bîr û baweriyê tevbigerin û ji bo serkeftinê bi hemû hêza xwe tê bikoşin. Ev berendamên derketine êdî berendamên me hemûyan in.
Serkeftina wan serkeftina me hemûyan e.

Me got, siyaset bi hêzê tê kirin, hêz jî dibe, hêza hişk û hêza nerm. Hêza hişk û req hêza fizîkî ye, hêza leşkerî û siyasî ye. Heçî hêza nerm e, ku jê re di îngilîzî de “soft power” tê gotin, ew jî hêza zanîn, afirandin û hilberandinê ye; hêza birêxistinkirina hest û ramanan e. Dema ku mirov bi vî çavî li rewşa kurdan binêre, kurd berê ne xwediyê tu hêzê bûn, lewma jî hêzên dagirker û hevalbendên wan ên emperyal karibû, “nînbûn”ê li ser me ferz bikin. Xweşbextane îro ev rewş guheriye, civaka kurd li Rojhilata Navîn ji aliyê çalakî û dînamîzmê ve yek ji hêzên sereke ye. Mixabin gelê kurd li Rojhilata Navîn tekane hêza rêxistinkirî ya demokratîk û azadîxwaz e. Li hemberî wê netewe-dewletên kevneparêz û hêzên navneteweyî hene.

Netewe-dewlet dixwazin rewşa berê bidomînin, hêzên emperyal jî dixwazin pergala xwe ya nû li herêmê bi cih bikin da ku karibin desthilatiya xwe ya aborî û siyasî bi rengekî nû bidomînin.

Ji van her duyan xerabtir jî hêzên kevneperest ên tundraw hene. Her du hêzên ku me qala wan kir, vê hêza tundraw a ku li ser navê bîr û baweriya olî dikare her cure xerabiyê bike, li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Her wekî me li jor jî da xuyakirin rewşa kurdan ji aliyê hêza fîzîkî, hêza req û hişk ve ne xerab e. Di warê hêza nerm, hêza avakirin û afirîneriyê ve jî ji aliyê felsefî û bîrdozî ve ji bilî dogmatîzmê ku ji jêderka wê diyalektîka mekanîk e, li ber wan tu astengî nîn in. Lewma jî her çi qas şiyana gelê kurd a pêkanîna hêzeke xurt a avadanî û afirîneriyê hebe jî, hê kurd di vî warî de ne xwediyê hêzeke zêde ne. Di vî warî de nemaze jî di gihandina kadro û xebatkarên bi vî rengî de dijwarî û astengî zêde ne. Lewma jî divê kurd ji berê zêdetir razemeniyê li çand, huner, zanîn û ramanê bikin. Nifşên nû li gorî vê perwerde bikin.

Jêder: Azadiya Welat