Şivan Perwer û hunera xwe

23:16 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012
Unknown Author
Faxir bawrî

 Mamoste Şivan Perwer Bi Hunera Xwe Doza Kurd Gehande Navendên Navneteweyî

Huner û çanda kurdî bi giştî û bi taybetî stiran û sirodên siyasî û Neteweyî.ji aliyê dagêrker û kolonyalist mêtînger û antî mirovahiyê ve bi hemû awayên xweve keftibûne jêr gefên mirin û qedexekirinê.

Wek çewa navê Kurdistana dayik û Pêşmerge û têkoşerên azadî û aştî û demokrasiyê di qedexe bûn.bi vî rengî hunerê kurdî jî di hate qedexekirin  û bi rûmeta gelê me di leyistin ne dihêlan bi azadî û serbestî gelê me bi huner û awazên xwe şabibin.û ew hunerê di hate weşandin û azad jî ji naveroka wê ya  rasteqîn hatbû dûrxistin.û bi dehan kesên bi nejad kurd îradeya xwe radestî dojmin û  dagêrkerên aştî û azadî û demokrasiyê kiribûn û bibûne nûker û xizmetkarên huner û çanda dagêrkeran û li gel hindê jî mîrasê hunerê resenê kurdî ewê bi saya dayikên kurd û di nava civaka  kurdî ya resen û kurdperweran de bi êş û azarên giran hatîn parastin.

Bo çend qorîşekan digel kesatiya xwe ya lawaz û tirsinûk kirine qurbanê zordar û dagêrkeran û heta îro jî ev kesên xwe firotîn li ser xizmetkirina xwe bo antî kurd û kurdistanê her di berdewam in.

Lê li hemberî  vê asimlasyon û zordarî û talankirinê.têkoşer û xwegorîkerên huner û çand û doza rewaya gelê me jî wek canfeda û Pêşmergeyî her tim di çeperê xwegorîkirin û berxwedanê da bûne.

Helbet yeke ji van jî hunermendê mezinê gelê me mamoste Şivan Perwer bû.û yeke ji  pêşengên hunermendên têkoşer û şoreşgêrên gelê me.ku hemû jiyana xwe terxan kirî ji bo xizmet û pêgehandina  huner û çanda kurdî û hunerê kurdî ji serî ve vejandî û kiriye sermayeka mezin ji bo şoreşên kurdî û bi deng û huner û sirodên xweyên şoreşgêrî.şoreşên nû ji dayik di bûn li ber deng û sirodên wî di hatine firşikkirin û govenda serxwebûn û azadiyê li ber dihate hejandin û Pêşmerge û şervanên kurd li ber dengê Perwerî agirê azadiyê vêtêxistn.û guleyên serxwebûn û rizgariyê bi kela  dilê perwerî dibarandin serserê dojmin û dagêrkeran têkoşerên di zindanên  dagêerkeran de.her li ber dengê mamoste Perwerî  di kariyan  li hemberî  îşkenceya celadên welatê me parçekirîn.bi serbilindî li berxwe bidin heta digehiştin karwanê gorîkerên  azadiyê.

Bêguman çû malên kurdperweran nemabûn ku dengê mamoste Şivan Perwerî negehitê.û bandora xwe lê nekit û min bixwe jî di temenê  ( 5 ) salî de li ( 1978 )ê  li devera colemêrgê ku wê demê bavê min ew Pêşmerge bûn û her  tim kasêtên Perwerî pêre hebûn bo cara yekê ji dengê Mamoste Şivan Perwer û xanima wî xûşka Gulistan Perwer navê Kurdistanê  fêrbûm û li ber dengê wan mezin bûm.ankû hunerê Perwerî  kariya di gişt waran de bandorek erênî  li civaka kurdî bike.

Û di heman dem de bo xencerek di dilê dojminên azadiyê de.ji ber wê yekê huner û sirodên Mamoste Perwerî ji aliyê her çar dagêrkerên kurdistanê ve. Hatine berbendkirin û qedexekirin bi dehan azadîxwaz û kurdperweran jî ji ber guhdarîkirina  peyama wî ya pîroz û hoşyarkirina gelê bindest  dihatine girtin û  giyanê wanê pîroz dikete jêr girantirîn îşkencê hetakû digehiştine  karwanê nemiran gelek têkoşerên gelê me wesyet dikirin dema jiyana xwe dirêka serxwebûnê de ji dest bidin li ser tabût û termê wan sirod bi dengê Perwerî bêne xwendin.

Bi vî rengî  Mamoste Şivan Perwer kariya wek pêşeng di şoreş û serhildan û berxwedanan de li hemberî dojmin û dagêrkeran bi serekî bilind serbikeve.û taca serkeftinê deyne  ser serê gelê xwe û peyama neteweya mezlûma gelê bindest bigehîne def dost û neyaran û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka kurdistanê û mirovahiyê de bicih bike.û textê rayedarên dagêrkerên kurdistanê bihejîne û neçar bike ku kesên mîna serokkomar û serok wezîrên Tirkiyê Gul û Erdoxan dinava parlemento û dilê Tirkiyê de bêjin ma kî maye gohdariya dengê xezal xezal û Helepçeya Şivan Perwerî nekirî:?ma perwer jî ne parçeke ji me û ji vî welatî? Bi serê xwe ev gotinên rayedarên dagêrkeran meznahiya Mamoste Şivan Perwerî bibaşî didin xweyakirin.dîsan divan rojan de Perwerî bi konsêrta xwe ya aştîyê ku li paytextê welatê  Nemsa Viyena bi berhevbûna serokkomarê Nemsa dostê gelê me Heînz Fîşer û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.û çendîn siyasetvanên mîna Ehmed Turk  û  Mîr Dengîr Firatê cîgirê serokê Partiya desthelatdar ( AKP )ê û çendîn kesatiyên din yên naskirî di qada kurdistan û tirkiyê û cîhanê de.amadeyî wê konsêrta bi heybet bûyîn.bi dîtina min ev konsêrta aştiyê çend Peyamekên giring digehîne.ya yekê xweya dike ku her tim  Perwerî hunerekî neteweyî  bêyî cudahî pêşkêşî hemû gelê xwe kiriye.huner û xebata wî bo yekgirtin û yekrêziya hemû  Part û alî û sazî û rêkxistinên  kurdî bûye û di heman dem de peyameke bo wan kurdên ne di çeperê kurdayetiyê de.û heta nihe her ji bo berjewenda xwe ya kesatî  li ser xwîn û keda gelê kurd kar kirî û neteweya xwe kirî qurbana berjewendiyên xwe.

Û peyama din jî ji bo Netewe û demokratîxwazên Tirk e û xweya dike ku gelê kurd her tim aştiyê bivan gelan re dixwaze û berxwedana neteweya kurd jî her ji bo wekhevî û biratiya van netewan bûye yên rijêmên wan welatê me dagêrkirîn. Û peyama dawiyê jî diyardike ku huner û çanda kurdî  kêmtir nîne.ji hemû huner û çandên neteweyên Cîhanê û eger azadiya gelê kurd hebe dê xizmeta hemû mirovahiyê bike.

Fedakarî û xebata neteweyî ya  Mamoste Şivan Perwer şahida vê yekê ye.û xwedî cihekî taybet be di  nav dilê gelê xwe de.lê çendîn gotin û peyamên rayedarên  Tirk li hemberî Mamoste Perwerî di nerim û erênî  bin wê yekê nagihînin ku eve dawiya her tiştîye.û prisgirêka  kurd hatiye qunaxa çareserkirinê  û divêt Perwer li gaziya wan xwedî derkeve û biçe Tirkiyê û Bakûrê welatî.

Bi baweriya min rayedarên Tirk dixwazin Perwerî û keda wî ya ( 35 ) salan ji bo neteweya xwe û xaka kurdistanê û azadiya mirovahiyê kirîn bike.kesatî û ji neteweya wî dûr bixe dakû zêdetir keda wî bikeve dixana  berjewendiya wan  de.û ew sodê ji vê yekê werbigrin helbet li hemberî vê yekê wek heskiriyekî mamosteyî pêşniyazeka min ji mamoste Şivan Perwerî  re heye.

Ku ew liser rayedarên Hukûmeta Tirkiyê bike merc hetakû kesatiyên siyasî ji bo raman û hizrên xweyên azad di zindanan de bin û rojane bi dehan kesên bi heman şêweyi têne girtin û bisalan dizindanên Tirkiyê de dimînin.neyên azadkirin ezê venegerim Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

Jêder: avestakurd