Şivan Perwer, Sembola muzîk û hunera kurdî

15:11 - 21 Tebax 2012
Unknown Author
Mecîd Cinîkanlû

Şivan Yûnis Xelîl, di sala 1955’an de, li gundekî navbera Amed û Urfayê bi navê Sûrbê, ji dayîk bûye. Qonaxa xwendina dibistanê di salên 1962 heya 1967’an her li gundê Sûrbê xwendiye û qonaxa navendî û paşnavendî jî di salên 1967 – 1972’an li bajarê Urfayê xwendiye û piştre çûye Enqerê û di salên 1972 heya 1976’an çûye zanîngehê û piştre jî çûye Ewropa. Hevjîna Şivan hunermenda dengxweş Gulistan Perwer e û kurek wan bi navê Serxwebûn heye.

Bêtirî 30 salan e ku sirûd û stranên agirîn û bicoş yên hunermendê navdar yê Kurd, Şivan Perwer hêvî û nîşanderê serhat û rewşa Kurdan li seranserê Kurdistanê ye û gelê Kurd li Mehabadê heya Hewlêr û li Qamişloyê heya Amedê, wî wek hunermendek neteweyî qebûl dikin û gellek Kurd li seranserê Kurdistanê, hestên xwe yên neteweyî deyndarê Şivan Perwer dizanin. Awaz û stranên welatperwerî heyamekê guhdarîkirina wan li her çar parçeyên Kurdistanê cezayê wê îdam bû û gellek ciwanên Kurd ji ber guhdarîkirina stranên Şivan, bi dest dagirkerên Kurdistanê hatin şehîdkirin.

Şivan Perwer hunermendeke ku tenê ji bo gelê xwe û mirovahiyê û axa pîroz a Kurdistanê striye û eger çi ji welat dûr ketiye, lê bihust bihust axa Kurdistanê li reg û demarên wî de bûye û bi dûr ji hemû tagiriya partî, hêz û eşîreyî, tenê di xizmeta muzîk û hunera Kurdî de bûye û hewl daye ku ne bi çekê, belku bi saz û awazên xwe di xizmeta gelê xwe de be û di heman demê de jî hevkar û hevhizrê Pêşmergeyên parêzerê maf û azadiya gelê Kurd be. Strana “Wa Hatin Pêşmergên Me” nêzîk 20 salan e ku ew sirûde di dilê gelê Kurd de cih girtiye û rûçik û armanca Pêşmergeyên Kurdistanê bi başî bi wê awazê hatiye nasandin. Her wiha strana “Fermane dîsa li me fermane, serê me Kurda Ferman e” a Şivan Perwer hunermend û hevçeperê hemû xebatkarên rêya azadiya Kurdistanê ye. Ew tucar di çarçoveya tagiriya partiyan de nebûye, belku hertim û bê ferq û cudahî xemxwar û hevalê hemû hêzên Kurdistanê, bê tu meremekê bûye û di heman demê de kesayetiya xwe ya neteweyî parastiye.

Şivan bi awaz û sitranên xwe yên şoreşvanî rihek taze daye bizava azadîxwaziya gelê xwe yê zulmlêkir. Her wiha wî jî hertim di piraniya awazên xwe de, gelê Kurd bi ders û xwendin û yekbûna neteweyî hay daye(Ji Kurda re dibêjim bila rabin bişeqin, bilarûnên bixwînin). Bêguman her kesek ku Kurdî bizane, eger çi tucar Kurdistan jî nedîtibe, lê bi awaz û stranên Şivan Perwer dibe evîndarê axa Kurdistanê û deşt û çiyayên wî welatî û di heman demê de bindestbûna Kurdan û dîroka xebata gelê Kurd bo wan ron dibe(Min xewna xwe de dîbû). Şivan Perwer bi hunermendiyek bêmînak û dengekî heqbêjane û şoreşgerane, guhdarên xwe bo sedan sal berî niha û dîrok û serpêhatiya gelê Kurd dibe “Kî ne em”. Ew hunermendê mezin bi lêzanînek taybet ve wiha evîn û welatperweriyê bi hev re têkel dike ku hevdu dikemilînin. Şivan bi lêzanîna xwe a taybet, nîgarek weke hev ji jina Kurd bi guhdar nîşan dide û jina Kurd wek miroveka beraber û hevala xemxor ya mêrê Kurd nîşan dide(Xanima Min). Şivan Perwer ji vê hindê jî zêdetir çûye û bi sozekî taybet bi xwe ku her guhdarekê tîne coşê, jiyan û evînê tevlihev dike û bi tenbûra xwe, wateyeke ciwan dide azadiya mirov (Evîn nebe jiyan şîne, jiyan bê evîn qîmet nîne, dikim doza evînê, min birya te kiriye).

Hunermend Şivan, di heman demê de ku li ser berxwedana gelê Kurd li hemberî dujminên gelê Kurd de re awaz gotiye, bo rojên şirîn ên azadiya Kurdistanê jî awaz gotine(Ala rengîn û pîroz te hel digirim diçim dimeş, li ser milê xortên ciwan, te hildigirim bi rojên geş). Şivan weke yekemîn hunermendê Kurd karî li welatê Almaniya û li bajarê Firankfortê yekemîn xelata awazên siyasî li seranserê axa dagirkirî werbigire. Hozanvan Şivan Perwer û awazên wî behrek ji wêje, huner û dîroka gelê Kurd e. Divê em bibêjin ku gellek helbestên stranên wî ên mamosta Cegerxwînê nemir û navdar in.

Şivan xwe weke xizmetkarê gelê xwe dide nasandin(Hozan im ez). Hunermend Şivan bi awazên xwe yên şoreşvane tirs û lerz xistiye ser cendekê nehs yê dagirkerên Kurdistanê, bi awayekê ku Sedam Husên dîktatorê berê yê Îraqê di hevpeyvînekê de, li ser rola Şivan Perwer, dibêje: “Li wan hunermendên Ereb, ecêbmayî me, sê milyon hunermendên Ereb me hene, lê nekarîne Şivanekê haydar bikin, lê Şivan Perwerekî Kurd heye ku 30 milyon Kurd haydarî kêşe û pirsgirêka neteweya xwe kiriye”.

Şivan Perwer bi sitrîna strana “Ey Şehîd, ey doktur” bi heq li her demekê zêdetir emegdariya xwe bi rê û şopa şehîdan nîşan da. Belê hunermend Şivan Perwer tevayî ciwanî û jiyana xwe goriyê gelê Kurd kiriye, niha erkê nifşa nû ye ku ji zehmetên wî hunermendê neteweyî re qedr û qîmetê danên û rûmeta wî jî bizanin. Bêguman wî jî dikarî weke hin kesên Kurd, ên weke Îbrahîm Tatlîses, nasnameya xwe înkar bike û di xizmeta hunera biyaniyan de be. Bêguman erkê her Kurdekê ye ku qedrê wî hunermendê mezin bizane û di rêya hunerê de hevkariya wî bikin. Çima em Kurd dibe tenê piştî mirina kesayetiyan, qedrê wan bizanin!

Şivan Perwer bi temenekî tejî destkevt, bi sedan awaz û sirûdan pêşkêşî gelê xwe kiriye. Ew hayder û piştevanê menewî yê Pêşmergeyên Kurdistanê, hevxemê gelê Kurd, sarêjkerê dilê xemgirtî yê dayîkên şehîdan û hayderê bi milyonan Kurdan bo berevanî ji axa Kurdistanê ye. Di dawiya wê nivîsarê de, ji bilî rêzgirtin ji kesayetî û hunera Şivanê gelê Kurd û daxwaza temenekî dirêj bo wî, ez dibêjim: “Silav û mandî nebî ey Şivan Perwer”.