Sîrwan Nijawî, girtiyê siyasî ê kurd li girtîgeha Tewrêzê de hat darvekirin

13:51 - 10 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Hukmê darvekirina girtiyê siyasî ê kurd li girtîgeha nawendî ya Tewrêzê de birêve çû.

Li gor ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Yekşemî, 9’ê Tebaxa 2015’an, “Sîrwan Nijawî” girtiyê siyasî ê kurd li girtîgeha nawendî ya bajarê Tewrêzê de hat darvekirin.

Kes û karên wî girtiyê siyasî bi erêkirina hukmê lidarvekirina Sîrwan, dan zanîn ku: Berpirsiyarên girtîgeha Tewrêzê roja Yekşemî, 9’ê Tebaxa 2015’an, di pêwendiyek telefonî bi birayê wî girtiyê siyasî re, dane xuyakirin ku Sîrwan Nijawî hatiye daliqandin û jib o wergirtina termê wî dikarin seredana girtîgeha Tewrêzê bikin.

Sîrwan Nijawî, xelkê gundê “Nelas”a ser bi bajarê Serdeştê, 4’ê Hezîrana 2012’an ji aliyê hêzên ewlehî ên hikûmeta Îranê destbiser û bo îdareya Îtilaata Urmiyê hate veguhastin.

Ev girtiyê siyasî piştî du meh binçavkirina di Îtilaata Urmiyê de jib o girtîgeha Mehabadê hate veguhastin û piştre dadgeha “Înqilab” a Mehabadê bi tometa endametî di partiyek kurd ya opozîsyona hikûmeta Îranê, ew bi îdamê mehkûm û hukmê han li encamp de li çiqa 31 a Dîwana Bilind ya Welat hat erê kirin.

18’ê Şibata sala borî, Saman Nesîm, Elî û Hebîb Efşarî, Sîrwan Nijawî, Îbrahîm Îsapûr û Yûnis Aqayan li atmosferek bi tewahî ewlehî de ji girtîgea Urmiyê ve bo cihên din hatibûn veguhastin.