Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê

SELAH BEDREDÎN

Meseleya rizgariya gelan di çarçoveya prensîba mafê çarenivîsê de, bi herdu aliyên wê yên teorîk û pratîk, herwiha bi herdu aliyên wê yên yasayî û navdewletî li ser astê dewletên endamên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), û aliyê çandî-siyasî di hundirê civakên sivîl û tevgerên demokratîk û şoreşgêr de, di du qonaxan de bû cihê behskirinê û girîngiyeke mezin wergirt.

Di qonaxa yekê, qonaxa dagîrkerîyê (kolonyalîzm) de û bi taybetî jî di dawiya şerê cîhanê yê yekê de, wextê ko zêdeyî nîvê mirovan li ser rûyê erdê di bin barê kolonyalîzma rasterast, dagîrkerî û mandateriyê de dijiyan. Ev pêvajoya tije bi şoreşên rizgariya niştimanî û serhildanên millî, di heman demê de dewlemend bû bi ragehandin û tespîtkirina mafê çarenivîsê.

Di destpêkê de, yekem hikûmeta Yekîtiya Sovyêtê ya berê di dema Şoreşa Oktoberê di sala 1917-ê de, hinek yasayên pêşketî derbarê mafê çarenivîsê û çareserkirina meseleya neteweyî li ser bingeha yekîtiya keyfî angu ne ya bi kotekî û darê zorê, danîn.

Pişt re 14 xalên prensîpên serokê Emerîkayê wê demê Wilson di çileyê 1918-ê de hatin ragehandin, û mafê çarenivîsê wek bingehekê ji serbestî û serxwebûna gel û welatan re, nemaze ji gelên ko di bin zordariya dewleta Osmanî û Otrîşê de bûn, tespît kir û çespand.

Herwiha peymana NY di Hezîrana 1945-ê de, û made û bendên wê yên ko dûre ji nîveka sedsala bîstan û heta dawiya wê, derketin.

Di pêvajoya duyemîn de jî, piştî ji holê rabûna dagîrkeriya klasîk û serxwebûna çend welatan, karê şopandinê tenê li ser dewletên pir netewe ma, ev dewletên ko herdû meseleyên niştimanî û neteweyî di wan de nehatin çareserkirin, û dagîrkeran ew rûbirû hiştin bi çarenivîseke ne diyar û paşerojeke tarî û tije bi alozî û nakokiyên çandî û neteweyî wek Fas, Tirkiyê, Iraq, Îran, Sûriyê, Sûdan, Efxanistan, Cezayir, Lîbya, Tunus, Indonesya, Malêzya, Hindistan, Pakistan û Sêrelanka.

Du helwêst

Helwêsta yasaya navneteweyî, di nav de hemû raveyên wê yên cuda û wekhevî û dijberî di navbera biryarên dezgehên ser bi NY wek Konseya Ewlekariyê, Komeleya Giştî û Komîteya Mafên Mirovan, çi bi rêya kurtkirina mafê çarenivîsê li ser gelên ko berê dagirkirî bûn, yan asêkirina vî mafî di mafê dewletên serbixwe de – li cîhana sêyem- di bicihanîna vejandina niştimanî, lê bê bikaranîna hêzên biyanî di çarçoveya şerê bakur û başûr de, û destnîşankirina çarenivîsa xwe ya siyasî bê fermanên hêzên cîhanê yên mezin. Yan jî bi rewakirina vê yekê ko mafê çarenivîsê \"kêmneteweyan\" di çarçoveya dewletên serbixwe de, lixwe digre.

Bi dîtina min, têgeha ”kêmnetewe” ne rast e, lê bi ser de jî sivikkirin û biçûkxistin jî tê de hene. Baştir e, li gor pisporê yasaya navneteweyî Ebdulhusên Şaban ji dêvla vê têgehê em bêjin \"pirbûna nasname\" û çandan di welatekî yekgirtî de, yan jî em li hebûna pirbûneke neteweyî ya cuda cuda mikur bên.

Wek mînak, Îran li gor destûrê û bi awayekî fermî xwedî nasnameyeke farsî ye, lê kurd, azerî, turkmen, ereb û belûc jî bi milyonan li Îranê hene. Îranî yan fars wek neteweya serdest kêmtirî ji % 50 ê xelkê Îranê pêk tînin. Heman rewş, kêm zêde, li Tirkiyê, Sûriyê, Iraq, Fas û Cezayirê jî heye. Bi awayekî kêmtir rewşa hanê li Tunus û Sûdanê jî heye.

Ev gel û neteweyên ko ji wan re dibêjin \"kêmnetewe\", heye ko hejmara wan li her welatekî bi rengekî be, li welatekî kêm be û li welatekî din zêdetir be. Lê her çawa be jî ev netewe ji rûniştvanên resen tên hejmartin û bi piranî ji neteweyên serdest û desthilatdar kevintir in jî, û bingeh û taybetmendiyên gel û neteweyê li xwe digrin.

Lewra baştir e, yan jî em bêjin rasttir e ko ev navê nakokbar bi carekê û wek prensîb li wan neyê kirin. Ji ber gelek caran tê gotin ko \"kêmnetewe\" ne xwediyên dîrokî û resen ên xakê ne, lê ji ber hin sedemên aborî û ewlehî derketine holê bi riya pêlên koçberiyê yên ko di navbera tevahiya welatên cîhanê de çêdibin, wek mînak revendên dewletên Rojhilata Navîn li Ewropa, yan revendên ko em wan wek revendên kurd ên ko ji welatê xwe yê resen koç kirin hinek welatên din di heyama herdû dewletên Eyûbî û Osmanî de, yan di dema dehsalên tundbûna zordariya şoven û nijadperest di bin desthilatdariya rêjîmên zordest ên totalîter de di serdema nû ya piştî serxwebûnê de.

Ji welatên Rojhilata Navîn ên ko pêlên koçberî û penaberiya kurdan lixwe girtin: Lubnan, Urdun, Misr û Filistîn. Bi giştî daxwazên revendên kurd li van welatan, nemaze ko ne li ser xaka xwe ya neteweyî dijîn, di çarçoveya mafên hevwelatîbûn û mafên çandî de dimînin û bi ti hawî daxwaza mafê çarenivîsê nakin.

Lê, wek tê zanîn, rewşa gelê kurd li Iraq, Îran Sûriyê û Tirkiyê cuda ye. Li van dewletan, kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn. Tevî hejmara kurdan a kêmtir li gor neteweyên serdest li van dewletan, lê kurd dikarin daxwaza mafê çarenivîsê bikin, bi taybetî ji ber ko hejmara kurdan li welatê wan ê Kurdistanê zêdetir bû berî ko Kurdistan li ser dû qonaxan bê parçekirin. Cara pêşî Kurdistan di navbera herdû dewletên Osmanî û Sefewî de, bû du parçe. Cara din jî bi riya peymana Saykes-Picout li ser çar parçeyan hat dabeşkirin.

Diyar e ko di pileya yekem de, ji dewlet û hikûmetên endamên NY tête xwestin ko helwêst û hewldanên vê saziya navneteweyî bişopînin, nemaze ko ev helwêst li ser bingeha dîtina yasaya navneteweyî ji mafê çarenivîsê re, hatine girtin. Loma dewletên han bi awayekî fermî pêbend in bi bicîkirina van helwêst û biryaran, rexmî ko tevahiya wan, van biryaran paşguh dixin û bicîh nayînin, û bi vî awayî gefan li yekîtiya niştimanî dixwin û bi rengekî sergirtî derî li ser piştê vedikin li ber derketin û rabûna serhildanên gel û neteweyên bindest bo bidestveanîna mafên xwe yên rewa.

Helwêsta dûyem, helwêsta siyasî-hizrî ye, ji aliyê saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û medyakar û rojnamevanên alîgirên desthilatê yan ên ser bi hêzên opozisyonê derbarê rewatiya mafê çarenivîsê û danasîn û awayên bicihkirina wê.

Xwendinên objektîv ên hejmareke kêm a rewşenbîrên ereb ên lîbêral û demokratxwaz derbarê rewatiya mafê çarenivîsê bo gelê kurd ne di nav de, dîmenê giştî mirov dilgiran dike. Di navbera herdû aliyan de guman zêde ne û herdû alî baweriyê bi hev nakin. Nexasime ji aliyê elîtên herdû rêbazên herî mezin di nav Ereban de, yên neteweyî û Îslamî.

Lê ev yek ne sûprîz e, lê belê tiştê ko mirov şaş dihêle ew e ko hinek hêzên çepgir gumanan derbarê rewatiya prensîba mafê çarenivîsê de çêdikin, nemaze gava ko axaftin tê ser neteweyên ne Ereb wek Kurd, neteweyên Başûrê Sûdanê û Amazîgan.

Wek mînak, emê xwendina marksîst–lenînistekî ereb derheqê vê meseleyê de li vir dûbare bikin: \"Meseleya mafê çarenivîsê dijî berjewendiya neteweya ereb û di çarçoveya parçekirina wê de, tê xebitandin. Lewra em dibînin ko tevahiya daxwazên mafê çarenivîsê li welatên erebî li ser \"termê\" neteweya ereb radibin û di berjewendiya êl, mezheb û kêmneteweyan de tên bikaranîn.\"

Li cihekî din jî dibêje: \"Pêbendiya bi mafê çarenivîsê tê wateya mafê neteweyan ê yekîtî û serxwebûnê. Ev yek li ser Ereban jî rast tê, loma divê eşkere be ko mafê Ereban heye dewletên xwe yên `de facto` derbas bikin û dewleta xwe ya neteweyî ava bikin. Lewra divê mafê çarenivîsê careke din bê destnîşankirin wek mafekî bo neteweyan, lê ne ji bo grûban. Mafê çarenivîsê tenê bo neteweyan dibe, lê bo kêmneteweyan nabe.\"

Ev kesê enternasyonalîst (!) helwêsta Lenîn li ser \"mafê gelên biçûk û mezin di destnîşankirina çarenivîsa xwe de, di nav de avakirina dewleta serbixwe\" red dike û wiha pêde diçe: \"Serkirdayetiyên grûbên cudaxwaz rewşê bikar tînin û dibin beşek ji projeya parçekirin û hilweşandinê.\"

Evê te bi înkarkirin û bertengkirina prensîba mafê çarenivîsê jî nasekine, lê gava behsa kurdên navçeya Rojhilata Navîn dike, û bi mebesta nehiştina parçeyekî ji erdnîgariya Kurdistanê û parastina paqijiya \"Sûriyaya wî ya ereb\", dora 3 milyon kurdên Sûriyê ji ser nexşeya cografî û siyasî radike û bi awayekî herî şoven îdîa dike ko kurd tenê li Iraq, Îran û Tirkiyê hene!