Şîremeniyan li Kurdistanê de buhatir dibe

21:00 - 10 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Hevdem digel hatina demsala sirr û seqemê û yekem şîpelên barîna befrê di bajarên Kurdistanê de, nirxa beşek ji hewcehiyên xurekan û yek ji wan şîremeniyan giran bûye.

Li gora dawî nûçeyan, di demekê de hewcehiya xelkê roj li pey rojê bo şîremeniyan zêde dibe, û berpirsayrên rejîma Îranê jî di hemû astan de berdewm soza herzankirinê didin, ku di zivistana îsal de jî nirxa şîremeniyan li Kurdistanê de bilindbûn bi xwe ve dîtiye, ku ew yek jî bûye sedema vê ku xelk şîremeniyan nekirin.

Li gora nûçegehiayan di meha Xakelêweya îsal de, heya destpêka payîzê nirxa şîr li bajarên Kurdistanê ji sedî 15-30 zêde kiriye. Di destpêka Payîzê de jî, heya niha pêvajoya çûne ser a nirxan %45 zêde bûye.

Mezaxtina niha ya şîr li Îranê kêmtir ji navgîna cîhanî û yek li ser pênc a welatên pêşkevtî ye.

Li gora dawî serjimêriyan di demekê de ku navinciya cîhanî ya mezaxtina şîremeniyan di navbera 300 heya 400 kîloyî ye, ew rêje di Îranê de kêmtir ji 60 kîloyî ye. Eva jî di demekê de ye ku %90 ji xelkê Îran tûşî kêmiya kelisiyomê hatine, û vê yekê jî derfet bo çendîn cur nexweşiyên leşî ji wan pûkiya hestiyan xweş kiriye.