Sipaha Pasdaranê endamên dûrxistî ên xwe carek din birêxistin kirin

19:28 - 9 Hezîran 2015
Kurdpa: Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê di hewlek nû li deverên Kurdakincî de, hêzên xwacihî ên xwe ji bo binke û baregehên leşkirî gazî kirine.

Li gor rapora ajansa Kurdpa, endamên leşkerî yên Sipaha Pasdaran li Kamyaranê û endamên Besîc li ser banga vê navenda Hikumetî ji bo bargehên(Padigan) leşkerî hatine gazîkirin.

Tê gotin ku gaziya han, kesên xanenişîn jî bo amadebaşiyê vedigre.

Çavkaniyekî haydar ji Sipaha Pasdaran a Kamyaranê ji nûçegihaniya Kurdpa’yê re daye zanîn ku piştî belavbûna nûçeya hatina pêşmergên Kurd bo deverên sînorî , Sipahê hêzên xwe ber bi sînorên çiyayî livandine.

Wî herweha bas ji vê hindê kir ku: ew kesên ku di demên borî de bi her sebebekê ve ji rêxisitinên Sipaha Pasdaran hatibûn dûr xistin, carekî din vegerandine nav lîsteya rêxistinên vê nawenda leşkirî de.

Ciyayê “Şaho” li ser sînorên parêzgehên Kurdistan û Kirmaşanê, bûye cihê hat û cûyîna hêzên Partiyên siyasî , û Sipaha Pasdaran jî ji tirsa êrîşên pêşmergan di wê deverê de hewla milîtarîzekirina zêdetir ya rêyên sereke yên çiyayê Şaho de ye û baregehên leşkerî li wir ava kirine.

Ji aliyekî din ve di bajarê Pîranşarê de bas ji vê hindê tê kirin ku hêzên xwcihî ji bo deverên sînorî hatine şandin, û li gor gotina çavkaniyekî haydar, rêjeya wan hêzan bi dehan kesan tê texmîn kirin.

Ew hêzane bi fermanderiya endamekî xwecihî yê ser bi Sipaha Pasdaranê ve, bi çekên nîv giran ve ji bo sînoran hatine şandin.

\"26891.jpg\"
Sipaha Pasdaran hêzên xwacihî ên xwe ji bo binke û baregehên leşkirî gazî kirin
Komkirina hêzên sipahê di bajarên Kurdakincî de, li halekê de ye ku li çend rojên borî de berpirsekî ewlehî yê Wezareta navxwe bas ji operasiyona Sipaha Pasdarên û Wezareta Îtlaatê li dijî “girûpên terorîstî” kiribû.

Berê jî Wezareta Îtlaatê di daxuyaniyekê de bas ji binçavkirina çend kesan kiribû, û ragehandibû ku ew kes piştî bûyera hotêl Tara ya Mehabadê bi armanca “tevdanî, Kirîz, teror û kuştinan û xistine stûyê rejîma Îslamî” hatibûne nava axa Îranê.

Di vê derheqê de Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di hevpeyvînek li gel “Doyçevîle”re, her terze destwerdana endam û alîgirên xwe di bûyera Mehabadê de ret kiribû û şandina hêzên pêşmerge ji bo devera Kêleşînê jî, bi armanca “pêwendîgirtin li gel xelkê” dabû zanîn.