Sipaha Pasdaran top û hawin veguheztin sînoran

16:30 - 30 Hezîran 2015
Ajans Kurdpa: Piştî liv û tevgera pêşmergeyên Hizba Demokrat û hêzên Kurdî ên dijberî hikûmeta Îranê li deverên sînorî yên rojhilatê Kurdistanê û Şinoyê, Sipaha Pasdaran bi alavên şer ên giran û nîv giran di tixûbên wî bajarê de bi cih bû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Sipaha Pasdaran ew çend rojin top û hawinan li sînorê Şinoya rojhilatê Kurdistanê didamezrîne û hêza xwe bi vê deverê vediguhêze.

Çavkaniyeke agah li Şinoyê li ser vê mijarê peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Ew hêzên sipaha Pasdaran ji bajarên din ên Îranê bi wê devera sînorî hatine şandin. Hejmara wan 350 kes hatiye destnîşankirin.

Her wiha wê çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kir ku Şino di rewşeke awartede ye û atmosfereke ewlekarî û leşkerî bi serde hatiye hakim kirin. Li wir hatin û çûyîna kesan kêlî bi kêlî tê kontirolkirin.

Li gel liv û tevgera partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îslamiya Îranê, hêzên Sipaha Pasdaran li Kurdistanê amadebaşiya xwe nîşandan.

Hêjayî gotinê ye, sipaha pasdaran di planeke nû de, hêzên xwecihî yên nû û berê tevlî wan bûnî jî, di sînoran de bi cih dike û wan pirçek dike..