Sipah li Sînorên Kurdistanê hêzên leşkerî bi cih dike

14:45 - 27 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Li gel guhertinên ku li deverên sînorî ên Îran û Kurdistanê pêk tên, herwiha bi liv û tevgera hêzên dijber ên hikûmeta îslamî ya Îranê li wan tixûban, Sipaha Pasdaran xwe bihêz dike.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Sipaha Pasdaran ew çend rojin bi helîkopteran hêzên xwe yên bejahî li “Keleşîn” (Kêleşîn)a sînorê Şinoyê peya dike.

Çavkaniyên agah ên nûçeyan li Şino û Urmiye, ji peyamnêrê Kurdpa re gotine: Veguhestina hêzên Sipaha Pasdaran, bi alîkariya hêzên xwecihî (bûmî) yên deverê tê encamdan.

“Dalamper” û “Bozê Sîna” li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê , herwiha “Keleşîn” li Şinoyê ji wan çiya û bilindiyan e ku Sipaha Pasdaran hêzên xwe li wir bi cih dike.

Herwiha raportên berdest ajansa Kurdpa nîşanê vê yekê ne ku rewşa awarte ya leşkerî li Rojhilatê Kurdistanê nemaze parêzgeha Urmiye, hatiye îlan kirin; hêzên “Besîc” li wan kesan e ku para herî zêde ya zext û givaşan li ser şêniyên wan deveran pêktînin.

Girêdayî vê mijarê û gorî agahiyên bidestkevtî heya niha, zêdeyî 30 hemwelatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet Urmiye û devera wê, hatine binçav kirin.Lê rewşa tund a ewlekarî û awarte ya polîsî, nehîştiye medya û ajansên nûçeyan, nasnameya wan binçavkiriyan bizanibin.

Sipaha Pasdaran a hikûmeta îslamiya Îranê di bertekdan hember liv û tevgerên partiyên opozisyon yên wê hikûme nemaze PDKÎ, amadekariyên xwe yên leşkerî dibîne û sînoran kontirola xwe.