Şino:Şaşîtiyek pizîşkî mirina jinek hamîle bi pey xwe hişt

16:43 - 9 Hezîran 2015
Ajansa Kurd: jineke ducanî ku li nexweşxaneyeke bajarê Şinoya Rojhilatê Kurdistanê bin çavdêriya bijîşkî da bû, bi sedema neştergeriya bi şaş a kadroyên dermanî û xwemsariya nojdarên wê nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, jineke hamile a Şinoyî bi navê Şilêr Kakulî, roja yekşemî 7`ê hezîranê, li nexweşxaneyeke bajarê navbirî, bi sedema şaşîtieke bijîşkî, demlidest bo nexweşxaneya bajarê Urmiye hat veguhestin, lê bi sedema xwînrêjiya zor li nexweşxaneyeke Urmiyê jiyana xwe ji dest da.

Tê gotin, piştî rakirina wê bi nexweşxaneya Muteherî a Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê, bi sedema ku tûşî mirina mejî bibû, hewildanê pizîşkî bêencam man û wê jiyana xwe winda kir.

Hêjayî gotinê ye malbata Kakulî, li ser wê şaşîtiya bijîşkî şikayetek tomar kirin û ji dezgehên qezayî xwestin ku xwemsariyên wiha bê bersiv nehêlin.

Bi gotina çavkaniyên herêmî, Şilêr Kakulî bi sedema kevirên di gurçikên wê de, li nexweşxaneya Şinoyê binçavdêriya pizîşkî da bû.

Pêştir jî dayîkek li Serdeştê, di odeya neştergerî de, bi sedema şaşîtiya bizîşkî ligel dergûşa 9 mehe a xwe, jiyana xwe ji dest dabûn.