Sînordarkirina mafên yek ji girtiyên bûyera hotêl Tara

20:38 - 5 Çirriya pêşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Îdareya Îtila’ata bajarê Mehabadê berevajiyê pirensîpên mirovî digel girtiyên Kurd reftarê dike.

Li gorî rapora nûçegihaniya Kurdpa, girtiyekî girtîgeha bajarê Mehabadê bi navê “Omîd Debaxçî Mukrî” ji aliyê berpirsên ewlekariyê yên rejîmê ve, ji bo dîtina malbata xwe pêşî jê hatiye girtin.

Ev sînordarkirin bi awayekî ye ku ev hevwelatiyê 33 salî tenê sê meha carekê mafê dîtina malbata xwe heye.

Çend cavkaniyên haydar ji nûçegihaniya Kurdpayê re ragehandine, ku ev girtî heta dawiya Tîrmeha îsal jî çarenivîsa wî nediyar bû, paş çend mehan diyarnebûna çarenivîsa wî, ji bo girtîgeha navendî a Mehabadê hetiye veguhastin.

\"28741.jpg\"
اOmîd Debaxçî Mukrî
Omîd Debaxçî Mukrî di roja Înê 1’ê Gulana 2015’an, hevdem digel nerazîbûnên xelkê bajarê Mehabadê li hemberî bûyera hotêl Tara ya vî bajarî de hatibû binçavkirin.

Navbirî di yekemîn rûniştina dadegeha xwe ku di 26’ê Tîrmehê di dozgeriya Înqilaba bajarê Mehabadê de bi rê ve çûbû, bas ji îşkencekirina xwe ji aliyê me’imûrên Îdareya Îtila’ata bajarê Urmiyê kiribû, gotibû: Tometên kombûnê û kiryarên li dijî ewlehiya netewî û piropagendeyên dijî nîzamê û pêwendî digel partiyên Kurd yên opozsiyon bi tewahî red kiriye.

Wî endaziyarê kampiyoterê bi biriyara dadwerê dadgehê di benda birêveçûna rûnştineke din a dadgehê de ye, ev rûnştina bi beşdariya karnas û lêkolînerê Wezareta Îdareya Îtila’atê wê bê lidarxistin.
Di çend salên borî de Îdareya Wezareta Îtila’atê hewl daye da ku îfadeyên televîzyonî ji girtiyên siyasî werbigre.

Di rêkewta 1’ê Gulana 2015’an, paş mirina biguman a keça Kurd ya bi navê Ferînaz Xosrewî di hotêl Tara ya bajarê Mehabadê de, şîpela nerazîbûnan, şeqamên wî bajarî hejand, her bi vê sebebê jî çendîn kes birîndar bûn, yan jî hatin kuştin, û bi dehan kesî jî hatin binçavkirin.