Sine/Mamostayên serdema şoreşa Îranê daxwaza mafên xwe kirin

16:12 - 30 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji mamostayên ku destpêka şoreşa gelên Îranê li ser kar hatibûn derxstin, hemper parêzgeha Sineya Rojhilatê Kurdistanê meşek nerazîbûnê lidar xistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî 28`ê nîsanê, 50 kes ji mamostayên serdema şoreşa gelên Îranê ya sala 1979`an a bi rêberiya Xumênî ku li kar hatinî derxistin, bi awayekî bêdeng hember parêzgeha Sine meşek bi boneya şopandina doseya xwe birêve birin.

Peyamnêrê Kurdpa li Sine derbareya pirsgirêkên mamostayên ser kar derxistî Li wî bajarî got: Karbidestên parêzgeha Sine bi wan mamostayên nerazî soz dabûn ku bi wegera parêzgarê Sine li Sulêmaniya başûrê Kurdistanê, dê civîneke fermî bo çareserkirina pirsgirêkên wan lidar bixe.

Mamostayekî liser kar hatî avêrin jî peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Di wê meşê de hêzên hikûmeta Îranê yên bi kincên şexsî, dixwestin “Sîmîn Çayçî” çalakvana çandî binçav bikin ku dukandarên nêz Gumrika Sine, hember vê yekê dibin asteng.

Wî mamostayî di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê jî kir ku hêzên ewlekarî yên bi kincên şexsî, bi jê satndina pilankartên nivîskî yên ku mamostayan hilgirtibûn, atmosfereke ewlehî ya tund bi ser wan de hakim kiribûn.

Hêjayî gotinê ye; ew mamostayên li ser kar hatinî derxsistin, heya niha çendîn xwepêşandanên nerazîbûnê birê ve birin e lê hîna doseya wan bê bersiv maye.

Sala 1981 (1357`an a rojî) 334 mamosteyên Kurd li Sine bi tometên bawermendî û olî, ji aliyê dezgehên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Xumênî, ji kar hatibûn avêt in.

Têkilî bi pirsa mamostayan, meha adara borî jî mielimên seranserê Kurdistan û Îranê, bi sedema nerazîbûn ji rewşa jiyana xwe, ferq û ciyawaziyên navbera wezîfedaran, sîstema ne munasib a hînkirnê li welatê navborî, bi xwepêşandanan dest bi grevê kirbûn.