Sine: Çarenivîsa xwendekarekî Kurd neron e

20:56 - 23 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi derbasbûna çend rojan bi ser binçavkirinê re, hîna çarenûsa welatiyê Kurd ê binavê kawe Xusrewî ê Kurdistanî li Sineya rojhilatê Kurdistanê, nehatiye zelalkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, beriya niha bi çend rojan xwendekarê Kurd, Kawe Xusrewî ji aliyê navenda ewlekarî a bajarê Sine ve hat binçavkirin ku heya niha jî tu agahî ji aqûbeta wî bi dest nekevtine.

Kawe Xusrewî Kurdistanî, xwendekarê qunaxa karnasî li zanîngeha Peyamnûr a Sine ye

\"27051.jpg\"
Kawe Xusrewî Kurdistanî
Hatiye ragihandin ku ew xwendekarê Kurd, ji mamosteyên zimanê Kurdî li Encûmena Çandî û Wêjeyî ya “Hawrê Hewram” û herwiha midûrê berê yê Encûmena Gotûbêjên Kulturî bûye.

Heya niha ji sedemên bangkirina wî welatiyê Kurd ji aliyê Navenda Îstixbarat (Îtilaat)a Sine ve, zanyariyek bi dest nekevtiye.

Pêştir, serokê giştî yê Îstixbarat (Îtilaat) a Sine di civînekî de ligel xwendekaran, ew ji her şêwe çalakî û tevgerên xwendekarî û siyasî hişyar kirbûn.