Simko Xilqetî ji bo girtîgeha Erakê hat veguhastin

15:53 - 19 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî siyasî ê kurd û xelkê bajarê Mehabadê ji girtîgeha Êvîn’ê jib o girtîgeha bajarê Erakê hat veguhastin.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Simko Xilqetî” girtiyê siyasî ê kurd ku li benda 7 ya girtîgeha Êvîn’ a Tehranê destbiser bû û roja sêşemî, 18’ê Tebaxê jib o Erak’ê hat veguhastin.

Ew girtiyê siyasî heya niha çend caran cihê wî ji bendên 209, 7 û 350 ya Êvîn a Tehranê de hatiye veguhastin û bo midehekê jî li girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê de hatibû ragirtin.

Li vê derheqê de nûçegihaniya Herana daye zanîn ku heta niha sedemên veguhastina wî girtiyê siyasî jib o Erakê nehatiye zelalkirin.

Simko Xilqetî salek berî niha jî ji girtîgeha Recayîşehrê de bi hinceta hevdîtin bi malbata xwe re di odeya takekesî de hatibû hepsîkirin.

Xilqetî ê temen 35 salî li meha Befranbara 1388 ji binkeya navikî ya Erakê de ji aliyê hêzên Îtilaatî ve hatiye destbiser kirin. Wî bawerînameya karnasiya endazyarî ya Mitalojiyê heye û li binkeya navikî ya Erakê de wekî endazyar dişuxulî.

Ev girtiyê siyasî ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Erakê ve bi tometa hevkarîkirin bi partiyek neyar û opozîsyona hikûmeta Îslamî a Îranê bi 15 sal hepsa Teizîrî hat mehkûmkirin û ji aliyê Dîwana Bilind ya welat ve jî ew hukm hat erêkirin.

Simko Xilqetî xêzandar û keçek temen 11 salî heye.