Şewatan bîhna daristanên Zagrosê çik kiriye

13:52 - 2 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Agir bi dehan hektar ji daristanên bakur û bakur-rojavayê Merîwanê girte ber xwe û bi şewatê re rû bi rû hîşt.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çarşemî 29`ê tîrmehê (july), agir ji derdora daristanên gundê “Seyf Uliya (jorîn)” pêkhat û heya derdora gundê “Selesî” jî bi xwe re şewitand.

Wê şewatê her wisa darên wek; hermiyên kovî, mazûdar û berûyan jî bi xisareke mezin re rû bi rû hîştine.

Her wiha hejmarek ajel jî di wê agirpêkevtinê de mirin; kev, rovî ,firende û hejmerek zêde ji teyr û tûyan jî bi wê şewatê re hatine tunekirin.

\"28297.jpg\"
Hêjayî gotinê ye, ew agir pêkevtine di demekê de ku pileya germayê di asteke herî bilind de bûye, ji aliyê şêniyên deverê ve hatiye kontrolkirin.

Li aliyê din Encûmena Kesk a çiyê li Merîwanê jî hember xemsariya karbidestên hikûmetê yên têkildarî bûyerê li ser vemirandina agir, bertek ji xwe nîşan dane.

Di beşek di nameya wê rêxistina jîngehparêzî de( ji zarê birêveberê Encûmena Kesk a Çiya) de hatiye: “Welatiyên hêja ên Merîwanê! me tu hiviyên bi dewletlê nemaye; hekî wan çareyek mera bidîtana, heya niha nedîhiştin ew hemû şewat li Kurdistanê biqewimin, ji ber vê divê ew zêdetir ji caran têbikoşin bi xwe berawaniya xwezaya Kurdistanê bikin daku bi şewatan re rû bi rû nemîne.

Pêwîste bê bîranîn, Piraniya şêniyên rojhilatê Kurdistanê ser vê baweriyê ne ku xwezaya kurdistanê bi plan û senaryoyên pêştir hatî amade kirin ji holê tê rakirin. Gelek caran bi hinceta ku hêzên dijberî hikûmetê li daristanan dimînin, Sipaha Pasdaran bi zanebûn xwezaya Kurdistanê dişewitîne.

Tevî vê yekê ku kontrolkirin û vemirandina şewatên ku li kurdistanê pêktên, wek erka navendên hikûmetî yên têkildarî wan bûyeran e. Lê heya niha tevahiya agirpêkevtinên Kurdistanê, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvan û encûmenên jîngehparêzî ve hatine vemirandin.

Wêne Encûmena Kesk a Çiya- Şêrko Kanîsananî