Şewata darûbaran li Merîwan û Pawe

14:46 - 14 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya şewitîna bi guman a bîşî (cengel) û daristanên rojhilatê Kurdistanê, vê carê gundewarên Merîwan û Pawe jî di nava guriya agir de man.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja înê 12`ê hezîranê çol û darûberên Merîwanê di çarhêlan, bi şewatê re rû bi rû man û dar gihayên wê deverê bi giştî ji holê rabûn.

Daristanên derdora gundewarên Qulqule, Giwêze Kore(gîzekor), Niyabad û Kiriva ên ser bi bajarê Merîwanê yekser bûne rejî.
Hêjayî gotinê ye ew agir, (bi gotina çavkaniyên herêmî) hikûmet bi qest encam dide, ji berku tevî ku dibîne her cih dişewite, di kontirolkirina şewatê de, (navendên girêdayî bi kar û barên vemirandina agir) tu hewlekî ji xwe nîşan nadin.

Heman çavkanî amaje bi vê yekê ji dike, hekî Şêniyên deverê û çalakvanên jîngehparêz di vemirandina agir de nebin alîkar, ew agir dê heya nava bajaran jî nifûz bike.

Li aliyê din, bîşî (cengel) û darberûyên bilindahiya gundê “Dariyan” ê ser bi navenda Paweyê jî bi şewatê re rû bi rû man.

Heya niha sedemeke zelal bo wan agirpêketinan nehatiye diyarkirin , herwiha bîlançoya ziraran jî aşkere nebûye. Bi gotina midûrê birêveberiya jîngehparêzî li pawe, ew xisar dê pêşerojê de bên destnîşankirin.