Şevnimêja Beraetê
15:42 - 23 Hezîran 2013
Unknown Author
Paşa Amedî
Bi gorana salnameya Hîcrî, roja 14 Şabanê êvarê şevnimêja beraetê ye. Di nav alemê Îslamê de şevekî pîroz e û her sal tê pîrozkirin.
Wateya Beraetê ; xelasbûn, xwe Ji gunehan dûr xistin, pakbûyîne û ji stûbariyê safî bûne.
Her roj û şev fersenda mirove heye ku xwe efû bike lêbelê Xwedê Teala pir caran jî fersendên mezin dide me mirovan. Ev fersenda jî şevek şeva Bereatê ye. Xwedê Teala ji me re fersendeke mezin dide ku em xwe biborî nin, efuyê bixwazin ku Ew jî me ef bike.
Xwedî ji me dixwaze ku em bixwazin. Kî xîretê bike xwe bispîrîne Xwedê wê Xwedê bide wî. Mîna kesê ku bi bêje ez birçîme û şixula xwe neke çawa ku wê birçî bimîne. Em jî ku ji Xwedayê xwe re dia, nimêj û teatê nekin wê çawa Xwedê bideme.
Di nav me mislimanan de nexweşiyek heye em tim dibêjin “em nimêj û dia nakin lêbelê bira Xwedî bide me !”
Tê gotin ku di beriya şerekî Hz.Musa û Firawun de(ku çîrok be jî tê de şîret heye); Fîrawun bikafiriya xwe heta sibê ba Xwedê kiriye û gotiye “Ya Rebbî min li ber Musa mahçûp neke…” Hz.Musa jî çû ye raketiye. Di roja şerê de Fîrawun serkeftî bûye. Hz.Musa dibêje “ya Rebbî em misliman in û ew muşrik e çawa ew serkeftî bû. Xwedî Teala jî jê re dibêje “Ev bi şev heta sibê raneket û yadê min kir û dia kir ya te?!”
Ku kafir jî bişxule Xwedê didiyê, Xwedê cudahî nake nav mirovan çimkî Xwedê Rahman û rahîm e.
Pêxemberê me Hz.Muhammed(s.x.l.) di derbarê şevnimêja Bereatê de wiha dbêje:
“Meha Şabanê mehek bi fazîlet e ku meriv bi viya nizane, di vî mehê de kirinê me ji Xwedê re tê pêşkêş kirin. Ez jî ji kirinê xwe bi rojiyê pêşkêş dikim.” (Nesaî)
Dayîka me Hz.Eyşe wiha dibêje : “ Resulê Xwedê di meha Şabanê de ewqas ku rojî girtiye qe di mehê dinan de negirtiye. Yek caran jî temamiyê vî mehê bi rojî bûye.” (Buharî)
“Şeva Bereatê de deriyê ezmanê vedibe, ferîşte (melek) jî mizgînê dide mumîna û handan(teşwîk) dike.” (Nesaî,Beyhaqî)
“15ê şeva Şabanê bi şev bi îbadetê, bi roj jî bi rojiyê derbas bikin! Vê şevê Xwedê Teala wiha dibêje: “ Ê bexşiyê dixwazin tune nin ku ez wan ef bikim? Ê roziyê dixwazin tune nin ku ez roziyê wan bidimê? Ê derd û keserê wan tune nin ku ez sihetê û noşiyê bidimê? Ev rewşa heta sibê dewam dike.” (Îbnê Mace)
“Şeva 15ê Şabanê rehmeta îlahî cîhanê tev digre, herkes ef dibe. Encax ê ku mislimana re neheqî û hesudî dikin û ji Xwedê re şîriktî dikin nayê bexşandin.” (Beyhaqî”
(Hz.Cebraîl dihat “ Rabe, nimêjê û dia bike! Îşev şeva 15ê Şabanê ye” digot. Ku îşev wiha bijîn Xwedî Teala ef dike, tenê muşrîk, efsûndar, temih, kîndar, meyxwer, ehlê bî\"da, mişeperexwer û zen dikin ef nabin.” (Tebaranî)
Xwedayê me ji me pir hez dike û fersend daye me lêbelê pir caran jî di şev û rojên pîroz de fersendên mezin dide me.