Şevbêrkek helbestan seba bi dawîhatina kursa zimanê Kurdî +Wêne

19:59 - 18 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi munasibeta bi dawî hatina Kurs (dewre) ya fêrbûna xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî, li gundekî Baneya Rojhilatê Kurdistanê, şevbihêrkek helbestan hat lidarxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, kursa fêrbûna xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî ku bi alîkariya encûmena“Haje” ya Baneyê li gundê “Necneya xwar”a ser bi wî bajarî birêve çûbû, bi serkevtin qediya.

Çavkaniyeke agah têkildarî wê mijarê ajansa Kurdpa re ragihand: Ji destpêka wê dewreya fêrbûnê, 40 keç û kurên Kurd yên devera “Emeşîrî” ya Baneyê beşadarî kiribûn.

Piştî bi dawî hatina kursa hînberiyê, helbestvanên bajarên Serdeşt, Bane, Seqiz û Merîwanê ku bi vê munasibetê hatbûn gazîkirin, helbestên xwe bi zimanê Kurdî pêşkêşî beşdarbûyan kirin.

\"26590.jpg\"

\"26591.jpg\"

\"26592.jpg\"

Wêne: Arbaba