Seroktî û Malbata Barzanîyan..

22:19 - 27 Tebax 2012
Unknown Author
Çeto Omerî
Gotina rêber an jî serok li gor ferhengê : Yên ku kêrdariya civaka xwe dike û bi rê ve birina guherandinan dike. Li gor zanabûn û agahiyên xwe bi berpirsiyarî bi ferasetî li gel jîrbûna xwe bîryaran li ser guherandin û pêşeroja gel dide.

Serok, hêza ku di destê wî/wê de bi zerengî bikartîne û tesîr li ser der û dora xwe dike re tê gotin. Yên ku li pişt birayarên xwe disekine û karibe encama biryaran hilgire dîsa rêber e.

Serok bi pêşniyarên şêwirmend û zanyaran re dibe xwedî agahdariyek fireh lê, tenê bi aqlê xwe dizane ku çendîn jîr e. ji ber vê jî bi der û dora xwe dişêwire lê, herdem bîryara dawî ya wî/wê ye. Bêguman hemû berpirsiyarî jî li ser wî/wê ye.

Serokê herêma Kurdistana azad birêz kak Mesut Mistefa Barzanî, xwedî wesfên serokatîyê ye.

Ji bav û kalên xwe de kurd e û Kurdistanî ye. Hêjayî gotinê ye ku serokê Kurdistana azad birêz kak Mesut Barzanî, di dîroka gelê me de yekem serok e ku bi hilbijartin û dengdana gelê kurd bûye `Serokkomar`ê Kurdistana azad. Mirovek dilpak e, rûmetê dide rûmeta reng û dengên Kurdistanê, ji bo berjewendîya Kurdistanê xwedî mesûliyet e. Bi perjewendî û hestên neteweyî tev digere.

Serok Mesut Barzanî şagirt û kurê bavê xwe û pêşmergeyekî qahreman e. Diplomatekî di qada siyaseta cihanê de naskirî ye.

Bi cilên xwe yên kurdî, bi rengên xwe yên netewî û bi sekinandina xwe ya Kurdistanî dibe xwedî taybetmendî û cudahiyan ji serokên din yên kurdan.

Kek Mesut beriya her tiştî bi jiyana xwe ve kurd e. Kurd perwer û bi nasnama xwe ya kurdîniyê serbilind e.

Ew bi reberiya xwe û bi sekinandina xwe diyarkir ku ne tenê serokê beşek ji Kurdistan e her weha di dilê hemû kurdên cîhanê yên Kurdistan perwer de bûye serokê neteweyî yên kurdan.

Mîsyonek dîrokî li ser milê Barzanîyan heye: ji ber ku ew ji bav û kalên xwe ve pêşengîya doza kurdistanê kirine.

Xebat û rêberiya binemala Barzanîyan binav û deng e. Ji Şêx Ebdulselam Barzanîyê nemir (1905) heta roja îro, wan welatperweran barê gelê kurdên bindest hilgirtine ser milên xwe. Loma Barzanîyan, bûne rêber û sembola gelê kurd.

Hejayî gotinê ye ku serokwezîrê Kurdistanê birêz kak Neçîrvan Barzanî, ji bo serokatîyê, xwedî wesf û karîzma ye. Xwedî moral e û moralê jî dide gelê kurd.

Îroj em dilxweş in ku li beşê Kurdistana azad, binemala Barzanîyan rêbertîya gelê Kurdistanê dikin. Serokatîya wan, bi hilbijartinên demokratîk pêk hatiye. Serokê asayîşa Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî, bingeha hîmê parastina Kurdistanê qaîm dike.

Him ji ber mîsyonên dîrokî, him ji ber berdêlên mezin ku hatiye dayîn, binemala Barzanîyan mecbûrî dilsozîya kurd perwerîyê ne. Ez di vê baweriyê de me ku binemala Barzanîyan, heta heta kurdperwer bin û di nava hêlîna dilê kurdan de bimînin.

Serokên ku ji bo berjewendiyên gel hebin, ji gel û li ba gel bin. Êş û kul û keserên gelê xwe bizanibin, erkên xwe yên serokayetî bi cîh bînin, dikarin di nava dilê gelê xwe de ciyekî taybet bigirin. Êdî navê wan nemir e.

Ji ber ku Barzanî ye..

Jêder: Netewe