Serokerkanî Îranê: de cîhan bi şerê cîhanî yê sêyem tehdît kir

14:04 - 16 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Serokerkanî Îranê di daxuyaniyek ya xwe de cîhan bi şerê cîhanî yê sêyem tehdît kir. Hesen Fîruzabadî taybetî li ser cihkirina mûşekên Patriotan ji aliyê NATO yê ve li Tirkiye sekinî. Serokerkanê Îranê got divê ev patriot ji holê bêne rakirin.
 

li gor ragîhandina ISNAya İranê ya nûçeyan, Serokerkanê Giştî yê Îranî Hesen Fîruzabadî gotiye ku ”Her yek ji van mûşekên Patriotan li ser nexşeya dinyayê, xaleke reş in ku têne dîtin.” û  gelek bi tundî gef  xwarine û weha domandiye: ”Sarûxên Patriot ên NATOyê ku ji bo Sûriyê hatine Tirkiyê, wê bingeha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn amade bikin. Lê wê dora Tirkiyê jî were”.