Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê
14:50 - 9 Kanûna pêşîn 2012
Unknown Author
Kazım Özdemir
Perçekirina Kurd û Kurdistan
Kurd bi hezaran sal li ser erd û axa xwe jîyana xwe di bin hakîmiyeta mîr û mîrekên xwe da di domandin. Dewlet an imparatorîyên ku hakimiyeta welat dixistin destên xwe nêzî gel ne dibûn û sirf axa, beg, mîr û mîrekên Kurd nasdikirin, hevpeyvendîya xwe bi wanan ra sazdikirin. Gelê Kurd hakimên bîyanî nasnedikir û bitenê mîr û mîrekên xwe, beg û axayên xwe dizanibûn.
Kurda di sala 1070’yan da mala xwe bi destên xwe kambaxikirin û toqek kirin sitûhên xwe, dest û lingên xwe bi daxwaza xwe qeyd û bend kirin, man bê per û bask. Rom, yanî Romên Bizansî hakimê Kurdistan bûn.
Di sala 1070’yan da di navbera imparatorê Rom, Dîyojen û serokê Tirkan Alpaslan da li ser erda Kurdistan bajarê Melezgirê şerek dijwar çêbû. Axayên eşîrên Kurdan, eşîrên xwe civandin û bi kîjan aqilî ku em hêja jî nikarin fam bikin, alîkarîya Alpaslanê tovê gurêboz kirin. Bi alîkarîya eşîrên Kurd Romen Dîyojen şikest û Alpsalan bi ser ket, Tirk ketin Kurdistanê û êdî derneketin. Kurda bi destê xwe welatê xwe teslîmî bîyanîyan kir û azadîyê dîsa bi destê xwe dan windakirin. Ji bo car din xwe ji bin nîrê zordestîyê derînin û welatê xwe azad bikin vaye nêzî hezar sale bê hed û hisab bi milyonan kesên Kurd canên xwe ji dest dane, bûne qurban, bi dehan caran Kurdistan hatîye wêrankirin. Berdêla azadî bideskirin bê biha giran e. Sûcdarên temamîya van bûyêran û vê berdêlê, ew bav û kalê meyên ku alîkarîya Alpaslanê Selçûkî kirin e. Bi rastî ewan gelek xirabîyan dane pêşîya zarokên xwe.
Her çiqas jî axayên eşîretên dema Alpaslanê Selçûkî xirabîyek mezin li Kurdan kiribin û Kurdistan pêşkêşî Tirkin Selçukî kiribin, dîsa jî Kurdistan heta dema Osmanîyan bi sinoran nehatibû parçekirin. Carnan Farisan, carnan jî Osmanîyan hakimtî dikirin lê belê Kurdistan parçe nebû.
Imparatorîya Osmanî di sala 1299’an da hat damezirandin. Imparatorîya Osmanî ji bo firekirina serdestîya xwe, şerê dewleta sefewî ya Iranê kir û xwest sinorê xweyê rojhilatê zexim bike. Cara yekem sala 1514 li bakûrê gola Urmîyê-çaldiranê di navbera Yavuz Siltan Selîmê Osmanî û Şah Ismaîlê Sefawî da şerê çaldiranê çêbû. Em dikarin bêjin ku ev tarîx, di nav Osmanî û Farisan (Eceman) da bû tarîxa paçekirina Kurdistan. Kurdistan bi sinorek eşkerî nehate perçekirin, belê hin parçeyên Kurdistan car diket destê Osmanîyan û car diket destê Eceman. Hin beg û mîrekên Kurdistan car xwe bi Osmanîyan, car jî xwe bi Eceman va girêdidan. Ji sed salan zêdetir Kurdistan di nav van her du dewletan da diçe û tê.
Cara yekem Kurdistan bi fermî di sala 1639’da di navbera Sultan Muratê Osmanî û Şah Abbasê Ecem da li Qesra Şîrîn li ser perçekirina Kurdistan Peymana Qesra Şîrîn hat imzekirin û Kurdistan bi fermî bû du perçe.
Gelên kêmketîye bindest heke di nav dewletek demokrat da jîyana xwe bi domînin dikarin bi rêya demakratîyê xwe hêsa azad bikin. Belê gelên ku di nav dewletên qiralî, despot, faşîst, şovenîst û dijî demokrasîyê da dijîn nikarin azadîya xwe bi hêsanî bistînin û mecbûrin di rêya azadîyê da gelek berdêlên dijwar bidin.
Gelê Kurd di welatê xwe da, li ser erd û axa bav û kalan bûye gelekê kêmketî û di bin zordarîya dewletên despot, faşîst û ne demokrat da, ji temamîya mafên xwe mehrûm jîyana xwe dide domandin. Bi setsalan e ku ji bo azadîya xwe berdêlên giranbuha daye û dide. Ji bo azadîyê bi dehan serhildanî kirî ye û di her serhildanek da, ji a dî xerabtir û dijwartir hatîye perçiqandin.
Gelê Kurd ne dijî dewletek bi tenê şerê azadîya xwe dike. Ji alîyek va dewleta Irana despot, ji alîyê din va imparatorîya Osmanîya xwînxwar. Piştî peşkilandina dewleta Osmanî di van demên dawî da gelê Kurd di cîyê du alîyê da bi çar alî kete nav kêmketîyê û dijman bi çar alî li serserê gelê Kurd gujmirî. Ji alîyek va rejîma şahê olîgaşî û Xumeynîyê despot, ji alîyê dî va rejîma Seddamê xwînmij û Esatê zilimdar û ji alîyê her xirabî va jî rejîma Kemalîst ku navê xwe komara demoqrat danî, belê ji rejîmin qiralîyê jî xirabtir dikir û dike… Berpirsîyar, rêbaz, serokkomar û rêvebirên vê komara demoqrat(!) di her fersend û gotinên xwe da tînine zimên ku komara wan dewletek demokrat û huqûqî ye. Her çiqas jî rejîma dewleta wan ji rejîma dewleta Iran, Iraq û Sûrî demoqrattir be jî, ji alîyê Kurdan, heq û huqûqê Kurdan va ji van dewletan gelek bi paşvatir e. Bi hindikayî dewleta Iran û Irak hebûna Kurdan û hebûna navê Kurdistan inkar nekirin, peyva „Kurd“ û Kurdistan“ inkar nekirin.
Navê balafirekê Iran „Kurdistan“ bû. Di sala 1982’an da balafira bi navê Kurdistan hat Enqerê. Dewleta demoqtata Tirk (!) nikarîya ji vî navî ra sebir bike û nehişt ev balafir bê Enqerê û here. Dewletek hewçend demoqrate ku nikarê balafirekê bi navê „Kurdistan“ li ser erda xwe bifirîne! Nahêlê çivîkek dibin navê „Kurdistan“ jî li ser erd û axa wî bifire. Heywanek bi navê „Rovîyê Kurdistan“ jî nikare bibîne û di nav dewletên cîhanê da vê demaqrasîya xwe ya hebirmanî nîşan dide, dev ji problemên jiyana gelê xwe berdide, li qedexekirina navê „Rûvîyê Kurdistan“ dixebite!.. Navê „Kurd“ û „Kurdistan“ wek zixtên tûj di zik û kezaba şovenîstên Tirk da diçe, wanan har û hêrs dike. Wek bav û kalên xwe Gurêboz hov dike û van peyvan li kêder dibîne qedexe dikin, bi vî awayî dilê xwe rihet dikin.
Dewleta Iran Gelê Faris û Kurdên Iranê:
Hê Kurdistan nebibû du perçe, gelek serhildanê Mîrek û begên Kurdan dijî dewleta eceman çêbûn e. Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnamê da bahsa gelek bihevçûn û serhildanên navbera Iran û mîr û begên Kurdan dike.
Mihemed Paşa, sala 1562, Zeynel Begê Kurê Melîk Bek (1585), Tîmûr Xanê Kurê Siktan Elî (1590), Zekerîya Begê Kurê Zeynel Beg (1597), Melik Xelîl û gelek Beg û Mîrên Kurdan berî perçekirina Kurdistan bi dewleta Iranê ra şer kirin.
Ji dema Kurdistan bûye du perçe û virda jî gelê Kurd gelek caran dijî zordestîya dewleta Îran serhildan kiri ye.
Em dikarin bêjîn ku cara pêşîn serhildana giran a Kurdan di sala 1606 an da di bin revebirîya Emirxan Bradost di kela Dimdimê da dest pêkirîye û ev serhildana bi qehremanî hatiye domandin. Belê nexapin bi fermana Şah Abbasê Sefevî ev serhildana qehremanî piştî demek hatîyê perçiqandin
Di sala 1818`an da li Iranê Kurdên Bilbas serîhildan. Di destpêka serhildanê da Kurd gelekî qenc bi serketin. Bi alîkarîya dewleta Osmanîyê ev serhildan ji alîyê Farisan va hat perçiqandin.
Di sala 1835’an da Mihemed Paşayê Rewandizî dijî dewleta Iranê şer kir û gelek bajaran kir bin destê xwe. Dijî Mihemed Paşayê Rewandizî dewleta Iran û Osmanî yekîtîya xwe pêk anîn û bi qewet giran hicûm kirin. Ji alîyek va ordûya Osmanîyan Rewandizê kir bin mihesera xwe û ji alîyê din va ordîya Irane hicûmê Mihemed Paşa kir. Mihemed Paşa mecbûr teslîmî Osmanîyan bû.
Di sala 1880’an da di bin rêvebirîya Şêx Ubeydila da gelê Kurd dijî deweleta Irana xwînxwar serhildanek herî dijwar kir. Şêx Ubeydila mentîqa navbera gola Wanê û gola Urmîyeyê kir bin destê xwe. Armanca vê serhildanê yekîtîya Kurd û Kurdistan, azadîya welat û gelê Kurd bû. Lê dewleta Osmanî û Farisan dijî Kurdan bûn yek û vê serhildanê bi hev ra perçiqandin.
Di sala 1905’an da Cafer Axa li Tebrîzê ji alîyê dewleta Iran va tê kuştin. Bavê wî Mehmed Axa û birayê wî Simko serîhildan. Di navbera dewleta Iran û Kurdan da şerên dijwar çêbun. Di dawîya da dewleta Iran bi fetlûfêlan vê serhildanê jî fetisand.
Di sala1909’an da eşîretên Kurd hicûmê dan ser Mehebadê. Ev serhildan jî mivefeq nebû.
Simko di sala 1920’an da li navça Urmîyê dijî dewletê serhildan kir. Simko beşek mezin ji Kurdistana bin destê Iranê rizgar kir. Di sala 1923’an da Li Silêmanîyê bi Şêx Mehmud ra hat cem hev û xwestin bi hev ra hereket bikin. Simko qenc dizanî ku diktatorê Iranê Riza Şan dixwest temamîya kêmketîyên Iranê asîmîle bike. Simko serokê Asûrîyan Mar Şem’ûn kuşt ev kuştin bû sebebê şikênandina Simko.
Simko dîsa jî nesekinî û heta sala 1930’yan çend şer dijî hêzên Iran, Iraq û Tirkîyeyê kir. 21’ê Hezîrana sala 1930’yan Simko bi Iranê ra li hev hat. Dewleta Iranê, ji bo li hev hatin û peyvendîyan bang kir Simko ku were bajara Şîno. Li vê bajarê Simko bi ne cuwanmêrî, bi bêbextî hat kuştin.
Piştî serhildana Simko, di payîza sala 1931’an da di bin seroktîya Cewher Sultan da Kurdan dîsa li nêzî Hemedan serhildanek çêkirin. Lê ev serhildan jî wek serhildanên din hat temirandin.
Serhildanên Kurdan dijî dewleta Farisan tim berdewam kirin. Sala 1946`an Îran di bin îşgala Sovyetê da bû. Di nav şerê cîhanê ê diduyan da Kurdan carek din serîhildan. Di sala 1941’an da eskerê Sovyetê kete Iran. Di 16’ê meha Tebaxa sala 1946’an Kurdan Partîya Demokrata Kurdistan damezirandin. Di 22’yê meha Kanûna paşî sala 1946’an da Komara Mehabadê, di bin seroktîya Qazî Muhammed da hat damezirandin. Hukûmeta komara nû gelek xebatên xweşik kir û temamîya Kurdan bi dil û can vê komerê himêzkirin. Mela Mistefa Berzanîyê nemir xwe û heval û hogirên xwe ji bo bilindîya Komara Mihebat amade kir. Sovyetê alîkarîya xwe ji ber vê komerê paş va kişand. Jîyana vê komarê salek dom nekir. Şahê Iranê bi ordî, mitralyoz, kumbere, balafir, çek û temamîya quweta xwe va girt ser Komara Mehabatê. Serokkomar û heval û hogirên wî idam kir. Mela Mistefa Berzanîyê qehreman bi 500 qehremanên hevalên xwe va berê xwe da Sovyetistanê.
Şah pê hisîya ku Berzanî berê xwe daye Sovyetistanê hikûmeta Iranê deh hezar eskeran kir dû Berzanî. Ji jor va jî wanan bi balafirên xwe taqîp kir û bimbe kir. Belê Berzanî û hevalên xwe yên qehreman berxwedanek gelek serbilind kirin û çend caran heleqgirtina dor xwe qelişandin û ji nav eleqê derketin. Kumandarê ordiya Iranê dibêj e: „Xuya kir ku ordîya Iranê ya nû heta niha li gel dijminekî hevqas bi hêz şer nekirî ye û berxwedanek viha nedîtî ye.“ 500 qehremanên Kurd di bin serokatîya Mistefa Berzanîyê nemir, qehremanê bi nav û deng da gelek telefatî dan ordîya Iranê. Ji başûrê rojhilata Iranê bi rê ketin di bakûrê rojhilata Iranê da derketin. Di bin bimbe û gulebarandina firokên şerên Iranê da bi eskerê Iranê ra şer kirin û di bin zorîya şer, top û cebilxane, kumbere û berikan da, di bin jordarî û zalimîya dijmênê har û hov da Iranê seranser kirin û roja 18.06.1947’an da derbazî Sovyetistanê bûn, ketin nav erd û axa Sovyetistanê. .
Dewleta Iran bi hezar salane ku ji alîyê merivek va tê idarekirin. Tim û tim merivek hakimê dewleta Farisan e. Faris, berî Islamîyê bi şert û şirûtên mecûsî di bin hikma şexsekî da dihatin idarekirin. Piştî bûne Misilman, serokên Farisa li gorîya xwe Islamîye ajotin û daxwazên Islamîye ji bo maf û hakimîya xwe bi awyek guhartinî ji gelê Faris ra gotin, bi wan dan qebûlkirin. Bi vî awayî bi navê Islamîyê şeran li dijî dijminên xwe kesên derva û kesên hundir da ajotin û gelê Faris jî xapandin.
Bi sed salan gelê Faris bi rejîma Şarinşahî hat idarekirin. Şah, hakimê her tiştî bû. Di qesir û koşkên xweyên debdebî da Şah û hevalbendên xwe bi zêç û zarokên xwe va jîyana xweyên zêrînî ajotin. Gelê Faris kole û xizmetkarên Şah bûn. Gotinên Şah ji wan ra wek ayetên Ku’anê bûn û Şah çî bigota şik û şiphe tinebû rastbûn. Kes nikaribû dijî şah derkeve. Şah tiştên çewt jî bigota kes nikaribû bêje çewt e. Qewt bûya jî gotina Şah bû û bê şik û şiphe rast bû.
Heta rejîma Şah peşkilî û rejîma Xumeynî, bi navê Komara Islamî hat, gelê Faris bi sed salan di bin vê rejîmê da hevîrê xwe û şiklê xwe girt. Rejîma Xumeynî bi navê Komara Islamî ji rejîma şah tiştek ne guhast, rejîmek nû ne da ber gelê Faris. Berî rejîma Islamî tiştên ku şah dikir di bin navê Islamîyê da dikir. Xelkê xwe dixapand û bi navê rêya Islamîyê hakimîya xwe didomand. Xumeynî hat, rejîmê bi paştir va jî bir û Islamîyê jî zortir kir. Tiştên ku komara Islamî dike jî dibin navê Islamîyê da dike.
Gelê Faris şaş û mat bû. Rejîm çî bêje gel qebûl dike. Kesên li dijî jî derdekivin nikarin dengên xwe bilind bikin. Rejîm bi navê Islamîyê pasdarên xwe şand ser gelê Kurd, kumberan avêt ser gund û bajarên Kurdistan. Bi sedan Kurd bidarda kir. Jîyana ku Xwedê da bû, pasdaran bi navê Islamîyê dawî lê anî. Halbukî di Islamîyê da ruh sitandin bi destê Xwedê ye û Xwedê vî heqî nedaye tu kesî. Belê rejîma Xumaeynî û Xumeynî vî heqî bê izna Xwedê dan destên pasdaran. Navê dewleta xwe danîn „Komara Islamî“ û di bin vî navî da bi dehhezaran Kurd qetilkirin. Gelo ev ne tiştekî durûhî ye