Dr. Qasimlo û Rojhilatê Kurdistanê

21:31 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2015
Unknown Author
Şehab Xalidî

Roja 13.07.1989’an di dîroka Kurdan û bi taybetî di dîroka Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de, rojeke herî tal û bi jan e. Rojek e ku dibe gelê Kurd tu carî ji bîr neke. Di heman demê de, di vê rojê de, bi hûrî û bi kûrî bîr ji sedemên domandina şoreşa di Rojhilatê Kurdistanê de bike û rola pêşengiya şoreşê ji aliyê Dr. Qasimlo,wî lehengê dîroka Kurd bi bîr bîne.

Herwisa dibe ciwanên Kurd bi başî dîroka Kurd û Kurdistanê, piştre jî dîroka PDKÎ bixwînin û xebata li dijî rejîma dijberê Kurd bi hişyariyeke bê mînak ve, heya gihîştina bi armancên Dr. Qasimlo bidomînin. Eva riya herî rast û dirust e ku her Kurdekî emeg-dar bi rê û şopa Dr. Qasimlo dikare bigre pêşiya xwe.

Ji aliyekî din ve, pirr rêvîngbûna rê û şopa Dr. Qasimlo dikare bersiveke pirr bihêz û watedar be, bi rayedarên terorîst û terorîstperwer ên rejîma Îranê re ku wan nekariye û nikarin jî ku tu carî şoreşa Kurd vemirînin, ji ber ku ew kesayetî û lehengê dîroka Kurdan ku wan li ser maseya gotûbêjê şehîd kir, dersxwanên xwe wisa perwerde kirin û pê gehandin ku her yek ji wan bûye mamostayek di biyavê berdewamiya xebatê û şerê li dijî zulm û zordariyê de.
 
Bê guman nivşek ku bi vî rengî di xwendingeha Dr. Qasimlo de perwerde bibe, wê bikare terorîst û terorîst-perweran ne li ser sifreya mêhvaniyê, belkû di qada şerê rû bi rû de, ew jî ne bi hêza çekên xwe, belkû bi baweriya hesinîn ya xwe ji nav bibe, û derseke ji bîr nekirî bide wan celadên bikuj ên pêşengê dîroka Kurdan.

Jêrenot: Ew nivîs dîtingeha nivîskar e û ajansa Kurdpa jê berpirsyar nîne