Şerê Navbera Du Qutabiyên Bajarê Kamyaranê Bû Sedema Kuştina Yek Ji Wan

16:05 - 9 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Bi sedema şer û pevçûna navbera du qutabiyên bajarê Kamyaranê di yek ji qutabxaneyên navendî ya vî bajarî de, yek ji qutabiyan hat kuştin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Kamyaranê, roja sêşem 07.11.2011-an di navbera du qutabiyên dibistana navendî ya Fenî Pîşeyî ya Xarezmî şer û pevçûn pêk hat ku bo sedema kuştina qutabiyekê bi navê Peyam Qemerî.

Peyam Qemerî qutabiyê sala dawîn ya rişteya Jimêryarî bû ku bi destê yek ji qutabiyan di beşa ser de bi tundî birîndar bû.

Piştî vê bûyerê, Peyam Qemerî bo nexweşxaneya Sîna ya Kamyaranê tê veguhstin, lê bi sedema kûrbûna birînana çareser nebûye û canê xwe ji dest da.