ŞÊRÊ BÊ DIRAN

14:31 - 24 Îlon 2012
Unknown Author
FÛAD SÎPAN

Kurdistaniyên hêja!

Serokê Herêma başûrê Kurdistanê di her derfetê de dibêje, wê Kurd biryara xwe bidin. Heya ev gotin neyê bi cîh, wek gotinek vala dimîne. Diviyabû Kurdan ji zû ve biryara xwe bidana û divêt Kurd biryara xwe bidin, li Kurdistanê referandûmê çêbikin, ji xelkê Kurd destûrê ji bo serxwebûna Kurdistanê werbigrin û wê destûra bi erênî di destên xwe de li hemberî Ereban wek şûrê Demokles di destên xwe de li ser serê wan li ba bikin. Wekî din ne mikûne ku Erebên kevneperest bibin meriv û bi rêyeke pak mafên Kurdan bidin.

“Ger Hikûmeta Bexdadê ber bi dîktatoriyê ve biçe dê gelê Kurd biryara xwe bide.\"Ev gotinên serokê herêma Kurdistanê ji aliyekî din ve jî xuya dide ku haya wî ji siyaseta welatên Rojava nîne. Talaşa welatên Rojava ye ku Iraq ber bi dîktatoriyê ve dimeşe. Welatekî 40-50 salî bi dîktatoriyê ve hatibe meşandin, dê çawa wisa di nava çend salan de bibe welatekî demokrat. Wekî din ji bo welatên Rojava ya here girîng têkiliya berjewendiyên wane. Li wan welatan, li kûderê dibe bila bibe, qirkirin, talankirin û şêlandina miletan ne ji bo welatên Rojava girînge, tenê îstiqrar ji bo Rojava girînge. Îstiqrara li welatên Rojhilata Navîn jî heya niha bi dîktatoriyê, bi destê welatên Rojava û bi hemû alîkariya wan hatiye kirin.

Divêt Kurd li karê xwe binêrin û dev ji tiştên vala berdin. Ez ne di wê baweriyê de me ku pirsgirêk bi Bexda ve belkû bi Washington ve girêdayi ye.

Neyarên Kurdan li Rojhilata Navîn êdî li hemberî Kurdan bûne wek şêrê bê diran. Divêt Kurd vê firsendê ji bo xwe baş bi kar bînin.

Divêt Kurd li Başûr bi awayekî lezgîn referandûmê çêbikin. Bi referandûma erênî ji bo serxwebûnê di dest de li hemû welatan yek bi yek bigerin û alîkariya serxwebûna Kurdistanê ji wan werbigrin. Dem musaîte. Heger Kurd li hêviya biryara Washingtonê tenê bimînin, wê hê pir deman wenda bikin.

Li Washingtonê jî bi taybet lobiyên cihûyan biryarê didin. Cihû jî destûra serxwebûna Kurdistanê nadin, çimkî hêsabên wan li ser Kurdistanê hene, loma ew ne mimkûne. Lê heger Kurd ji welatên ku hêza cihûyan li ser desthilatiyê nîne alîkariyê werbigirin dê cihû jî êdî nikaribin pêşiyê li serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Lê ya here girîng ew e ku Kurd li Ewropa alîkariya Almanya û Firansa werbigirin. Belê lobiyên cihûyan li van welatan jî bi hêzin, lê li van herdu welatan nêzîkî 1,5 milîyon Kurd hene.

Heger li Almanya û Firansa kampanyeke baş, bi rêk û pêk bê destpêkirin û ji xelkê van herdu welatan alîkariyeke xurt hebe, tikes nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bixitimîne.

Bi hêviya despêkek wisa bê kirin……

Jêder: Pukmedia