Şer û pevçûnek li tixûbê Îran û pakistanê 8 kuştî bi du xwe hişt

19:54 - 7 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di şer û pevçûnekî ku navbera hêzên leşkerî ên ser bi Sipha Pasdaran a Îranê û girûpeke çekdar de li sînorê Pakistanê pêkhat, 8 leşkerên Îranî hatin kuştin. Ceyş ul Edil berpirsayetiya wê êrîşê bi stû girt.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ber bi êvareya roja duşemî, 6`ê nîsana 2015`an, 8 kes ji hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, ji aliyê kesên ku bi gotina welatê navborî bi şerxawaz tên binav kirin ve hatin kuştin.

Rêxistina Ceyş ul Edil li daxuyaniyekî di wêblayka fermî ya xwe de, berpirsayetiya wê êrîşê bi stû girt.

Di beşek di wê daxuyaniyê de hatiye: Hêzên rêxistina Ceyş ul Edil karîn li devera Nigûr tirombêleke hêzên Mirsad ên dagirker bi guleyên arpîcî têkbibin ku tevî ji holê rakirina metor sîkletekî 8 hêzên ser bi leşkerê Îranê jî di wê pevçûnê de hatin kuştin. Bîlançoya wî şerî 4 çekên Kilaşînkof û Tîrbarek bû.``

\"25844.jpg\"
Rêxistina Ceyş ul Edil bi derxistina daxuyaniyekî berpirsayetiya wê êrîşê bi stû girt
Wê rêxistinê amaje bi vê yekê jî kiriye: ``Heya rewşa siyasî ya me neyê çareser kirin û rewşa mafên gelê Belûç neyê çareser kirin, êrîşên me dê bi ser zulm û zordestiya Îrana faşîst û nijadperest de, bidom in.

Gor raporta Kampaniya çalakvanên Belûç, piştî êrîşa Sipaha pasdran bi ser devera çiyayî a Qesirqend û pevçûn ligel rixistina Ceyş ul Edil ku hikûmeta Îranê wê rêxistinê bi terorîst binav dike, helîkoptereke Sipaha Pasdaran kevte xwar û du siwarên wê jiyana xwe ji dest dan.

Qesirqend li 130km sînorê Pakistanê bi cih bûye.

Hikûmeta Îslamiya Îranê, girûpên navxweyî yên ku dava mafên xwe yên yasayî dikin terorîst bi nav dike, ji wan Ceyş ul Edil e ku daxwaza mafên siyasî ên Belçên parêzgeha Sistan û Belçistanê li Îranê dikin.