Şer û pevçûna di navbera dayîk û baban di Kimanşanê de, bû sedema birîndarbûna dersxwanan

20:18 - 15 Çirriya paşîn 2015
Ajans Kurdpa: Di Kirmaşanê de şer û pevçûn di navbera du dersxanên dibistanê çêbû, û bû sedema vê ku şer di navbera dayîk û bavên wan dersxwanan de çêbe.

Li gor nûçeyên ku hatine bilavkirin, şer di navbera du kes ji malbatên dersxanên dibistana nedewletî ya Hamûn di Kirmanşanê de çêbû, ku di vî şer û pevçûnê de kêr jî bi kar anîn.

Şerê han bû sedema birîndarbûna dersxwanekî, û yek ji dayîkên wan dersxwanan.

Li gor nûçeya ku nûçegehaniya parêzgeha Fars ragehandiye, ev du kes “dayîk û dersxan” ji aliyê malbata dersxwanê din ve hatine birîndarkirin.
Amarên fermî nîşan didin ku di heyama şeş mehên destpêka ev sal de, zêdetir ji 9 hezar û 500 kes di parêzgeha Kirmanşanê de tevî hevdu şer kirine.

Karnasên civakî di Îranê de derheq bi dabezîna asta xweragiriya xelkê di hember arîşeyên civakî di nav malbatan de agehdariyê didin.