Şer û pevçûn li Kurdistanê didom in

13:47 - 4 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Nûçeyên belavbûyî bas ji şer û pevçûnên navbera hêzên Sipaha Pastaran û hêzên kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îslamî a Îranê li Kurdistanê de dikin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çend rojan berî niha li devera “Çem Zirişk” a ser bi bajarê Selas Bawecanî, şer û pevçûn li navbera hêzên Sipaha Pastaran û hêzên kurdî yên ser bi yek ji partiyên kurdî ya opozîsyona hikûmeta Îslamî derketiye hole.

Tê gotin ku li wî şer û pevçûnê de 4 kes ji endamên Partiya Jiyana Azad (PEJAK)ê hatine kuştin û 4 kes ji hêzên Sipaha pastaran jî birîndar bûne.

Malpera hikûmetî a “Qedîsani Kirmaşan” li vê derheqê de daye zanîn ku di şerê han de gerîlayek Pejakê ji aliyê hêzên Sipaha Pastaran ve bi dîl hatiye girtin.

Heta niha medyayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) lid or vî şerî tu nûçe yan helwestek fermî ji xwe nîşan nedane.

Ji aliyek din ve li gor nûçeyan, çend rojan berî niha jî li devera Merîwanê de şer û pevçûn di navbera pêşmergeyên Komeleya Şoreşvanên Zehmetkeş ên Kurdistana Îranê û hêzên Sipaha Pastaran a Îranê de derketiye hole û endamekî Sipaha Pastaran li wî şerî de hatiye kuştin.

Heta niha Komeleya Şoreşger a Kurdistanê bi awayek fermî berpirsatiya wî şer û pevçûnê negirtiye stûyê xwe û herweha organên hikûmetî ên Îranê jî, şerê han erê yan mandel nekirine.

Berê jî hejmarek ji hêzên çekdar êrîş birine ser paygahek leşkirî li gundê “Diroyan” a ser bi bajarê Dîwandere. Herweha hin nûçe jî bas ji şer û pevçûnên bi hêzên Sipaha Pastaran di bajarên Xoy û Kamyaranê de dikin ku li encama van şer û pevçûnan de 6 endamên Sipaha Pastaran hatine kuştin, lê organên hikûmetî yên girêdayî Sipaha Pastaran heta niha tu reaksion yan helwestek derheq van pevçûnan ji xwe nîşan nedane.

Pejakê bi awayekî fermî berpirsatiya wî şerî girtiye stûyê xwe.
Ji ber rewşa ewlehiya Kurdistana Îranê û metoda çalakiyên partiyên kurd ên opozîsyonê li van deveran de, nasnameya rastîn û girêdayîbûna van gurûpên çekdar bi partiyan re bi awayek veşartî maye.