Şer û pevçûn ket navbera Hêza Pêşmerge û Heşda Şe’bî

20:24 - 15 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di şer û pevçûnên ku roja Pêncşemiya derbazbûyî, berwarê 21’ê Xezelwera sala 1394’an li bajaroka Dûzxormatû di navbera hêza pêşmerge û Heşda Şe’bî de derketin holê, 18 welatiyan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar in û herweha 60 hemwelatiyên Kurd jî ji aliyê Heşda Şe’ibî ve bi barimte hatine girtin.

Pevçûn di demekê de çêbûn ku hêzeke Heşda Şe’bî di bazgeheke hêza pêşmerge de hatibûn sekinandin, û di encam de çekdarên Heşda Şe’bî dest gulle berdane hêza pêşmerge.

Çavkaniyên nûçeyan li Herêma Kurdistanê ragehandin ku wezîrê berevaniya Îraqê, cîgirê wezîrê navxwe, endamên fîraksyonên curbicur ên parlemêntê û şandiyê taybet yê serkomarê Îraqê Dr. Fo’ad Me’sûm, rêveberê nahiya Dûzxormatû, endameke rêberî ya YNK’ê û herweha berpirsekî hêza pêşmerge, di avahiya leşkira 16 ya hêza pêşmerge, bona çareseriya şer û pevçûnan, li hev civiyan.

Çavkaniyan herweha ragehand ku bepirsek ewlehî ê Komara Îslamî ya Îranê bi navê “Êqbalî” di vê civînê de pişikdar bûye.

Tê gotin ku Hadî Amirî fermandeyê hêza Heşda Şe’bî, bi merema çareseriya kirîza di navbera hêza wî û hêz pêşmerge de, serdana parêzgeha Selahedînê kiriye.