Şer bi dawî bû lê birîna Serdeşt û Nûdşeyê hîn dikele

21:39 - 28 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi munasibeta 28`emîn salvegera kîmyabarana Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, kêmendam û meqdûrên kîmyabarana Nûdşeya ser bi kirmaşanê, peyamek weşand in.

Li gor apora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, qurbaniyên kîmyabarana Nûdşeyê bi belavkirina peyamekî, hevderdiya xwe bi cangorî û malbatên kêmendamên kîmyawîkirina Serdeştê re dan xuyandin.

Qurbaniyên kîmyabarana Nûdşeyê di wê peyamê de, tevahiya aliyên ku di kîmyabarana Serdeşt û Nûdşe a (28 sal berê niha) de beşdarî kiribûn, şermizar kirin.

Serdeşt beriya niha bi 28 salan, ji hêla Sedam Husên ve bi sedema şerê navbera Îran û Îraqê, hat kîmyawîkirin. Di wê karesatê de 140 kesan (di kêmtir ji mehekê de) jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî kêm endam bûn.

Naveroka kamîl ya wê daxuyaniyê di beşên din ên ajansa Kurdpa de bibînin.