Seqiz-Mamostayekî Kurd li Îranê pileya herî baş ya lêkolînê bi dest xist

20:25 - 30 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di çarçoveya pirograma “mamostayê lêkoler” ji Wezareta Perwerdehiya Îranê, mamostayeke herêma Zîwiye li Seqizê bû mamostayê herî baş li sertaserî Îranê de.

Li gora nûçeyan xelata hejdehemîn ya pirograma “maostayê lêkoler” li Wezarea Perwerdehiyê bi mamostayekî Kurd bi navê Wirya Newrozî tê dayîn.

Ew mamosta li herêma Zîwiye li nêzî bajarê Sahêb li Seqizê mamostayê xwendingeha destpêkî ye.

Berhema vî mamostayî di qonaxa yekem de, karîbû bibe berhema herî baş li Kurdistanê.

Îsal 11 berhemên lêkolînê li parêzgeha Kurdistanê beşdaî qonaxa sertaserî a Îranê bûn.

Pirograma mamostayê lêkoler ji aliyê wan mamostayan ve tê pêşkêşkirin, ku hewla afirandina metodeke perwerdehiyê li xwendingehan de, û herwisa pêkanîna rewşa vegeşandina zanistî ya mamosta û dersxwan didin.