Seqem û afetên surûştî cotkar xesardar kirin

19:44 - 5 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Ji ber sir û seqema bêwext, çêrîngeh û bax û baxçeyên her du parêzgehên Kirmaşan û Urmiye tûşî xisarên bi sedan mîlyard tûmenî hatin.

Îdareya çandinî û werzêrî li Îranê, Xisarên ku bi sedema seqem û hişkatiyê cotkar bi zirar kirin e, îlan kir.

Zirarên han li parêzgeha Urmiyê de 416 mîlyard Tûmen hatiye texmîn kirin ku berê jî zirar û xisarên bi vî awayî, çêrîngeh û çandinî û baxên her du bajarên Urmiye û Pîranşehrê vegirtibû.

Li gorî gotina serpereştê îdareya werzêrî a parêzgeha Urmiyê, xisara han, 460 hezar ton berhem di beşên werzêrî û baxî de ji xwe digre.

Tenê îsal beşa çandinî- werzêrî û ajeldariyê zêdeyî 130 milyon Tûmen zirar dîtine.

Di mehên borî de jî cotkarên Pîranşehr û Şino, ji ber di destdemana berheman û nekirîna silkan ji aliyê fabrîkayên (karxane) şekerê, sere her kîloyek silkê, 200 tûmen zirar dîtine.

Herwiha li parêzgeha Kirmaşanê jî, beşa werzêrî zêdeyî 4 hezar mîlyard qiran zirar kiriye ku xisarên sir û seqema bêwext a buharê 223 mîlyard tûmen tê texmîn kirin.

Hêjayî gotinê ye ku endaziyar Elî Eşref Mensûrî, birêvebê îdareya Werzêriyê li Kirmaşanê de derheq afetên suriştî li Kurdistanê de ragihand: Bi sedema sir û seqema demdereng ya buharê, kulîlkên darên fêkiyan weriyane, lewma jî baxdar û werzêrên vê deverê jî rastî xesarên pir mezin hatine.

Navhatî amaje bi vê yekê jî kir ku sedî 10-20 ji bax û zeviyên deverên germ yên Kirmaşanê, tûşî afetan bûne; bi taybetî berhemên payîzî ên wek genim, ceh û yên buharî jî wek silk û sêwik xisarên berbiçav dîtine.

Muhendis Elî Eşref Mensûrî eva jî eva jî da zanîn ku di sala derbasbûyî de, zirara beşa werzêrî ya parêzgeha Kirmaşanê, nêzîk 120 mîlyard Tûmenî hatibû texmîn kirin.

Salane beşek zaf ji berhemên cotkaran li Kurdistanê, nemaze Kirmaşanê tûşî afetan dibin. Eva jî di demekê de ye ku ji koma 25 berhemên parêzgeha navhatî, tenê 15 ji wan li jêr çavdêriya bîme (sîgorte)yê de ne.