Şengal ji DAÎŞê rizgar bû

15:17 - 21 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û partyên Kurdî durpêçkirina DAÎŞ’ê şikandina û çûn nav Şengalê ku piroseya paqij kirina wir ji DAÎŞ’ê hatiye destpêkirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li sibeha roja Şemî bervar 20’ê çileya pêşîn a 2014’an, bi dehan hezar pêşmerge û partyên Kurdî bi durpêçkirina Şengalê çekdarên DAÎŞ’î li cihên avahî û xelk akinciyên wê bi der kirin.

Medyayên cîhanî û yên Herêma Kurdistanê ragihandin ku pêşmerge hêdî hêdî ber bi kontrokl kirina Şengalê ve diçin.

Çalakvanekî Êzidî di warê mafên mirovan de, medyayan re ew yek piştrast kir ku goreke bi kom ya Êzidiyan ku ji zarok, jin û xelkên sivîl pêkhatiye, ji aliyê pêşmergeyan ve li gundekî der dora Şengalê hatiye peyda kirin.

Şengal ku ji 3’ê Tebaxa 2014’an, ji aliyê çekdarên DAÎŞ’ê ve hatibû dorpêçkirin û komkojî û kirin û firotina jinan li wir hatibû pêkanîn, duh serê sibehê ji aliyê hêzên Kurdî ve dorpêçkirina wê hat şikandin û pêşmerge derbasî nava Şengalê bûn.

\"23727.jpg\"
Çekdarên DAÎŞ ber bi Suryê ve direvin û dev ji Şengalê ber didin
Fermandehekî hêzên pêşmerge li ser çiyayê Şengalê eşkere kir kû Şengal bi tevahî rizgar bûye û pêşmerge ji wir ber bi Telefer a ser bi Mûsilê ve bi rêketin e . Ew di demekê de ye ku DAÎŞ bi zêdeyî sed kuştiyan ku bi cî hiştin e, ber bi Suryê ve direve.
Gorî raportên bi dest ketî Hev dem ligel vê yekê hêzên Kurdî yên din jî çendîn gundên aliyê Rojavayê Kurdistanê li DAŞÎ’ rizgar kirin e.

Hêjayê gotinê ye ku girîlayên PKK(Partiya Karkerên Kurdistan) û partiyên Kurdên Êzidî (zêdeyî 4 hezar kesî) û balafirên hevpeyman jî di wê operasiyonê de alîkariya pêşmergeyên Herêma Kurdistanê kirine û ber bi rizgariya kamîl a Şengalê ji çekdarên DAÎŞ, bi rê ketin e.

Malpereke Herêma Kurdistanê (Xendan) tevî pişt rast kirina rizgarî Şengalê û çûna pêşmerge bo nav wê deverê Mesûd Barzînî serokê Herêma Kurdistanm, wek serpereştê piroseya azadiya şengalê binav kir.

Heyder Elibadî serok wezîrê Îraqê di peywendiyeke telefonî de, bi sedema serketinên wan dawiyane yên pêşmergeyan bi ser Nînewa û derdora wê de, pîrozbayî ji Mesûd Barzanî kir.