Selfîgerî li Seqizê de zêde dibe

16:43 - 6 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Li heyamê çend salên bihurî de li piraniya gund û taxên bajarê Seqizê, Selefîgerî zêde dibe û hejmarek ji zarok û nûciwanên Kurd tûşî vê diyardê bûne.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa: Heyamê pitir ji salekêye ku Melayek binavê “H.Q” pêşnivêjê mizgevta gundê “Salihava”a Seqizê di mala xwe de hejimarek ji zarok û nûciwanan jibo aliyê Selefîgeriyê han dide û zaf ji wan zarokan niha bûne Selefî.

Çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: Kar û kiryarên melayê han bûye cihê dilgiraniya malbatên wan zarokan û heya niha zaf ji wan zarokan rû li malbatên xwe nakin.

Her wisa malyê mizgvta “Hacîava” û “Tepî Malan” li nav bajarê Seqizê de ciwan û zarokên Kurd jibo Selefîgeriyê û şandin bo Efxanistan û Pakistanê box we teqandinê han didin.

di sala 2012’an de kesek binavê “Şoriş Qasimî”xelkê bajarê Seqizê xwe li welatê Pakistanê teqand.
Her wisa di heman sale de keseke din ê binavê “Eyub Beqayî”temen 22 salî li waltê Efxanistanê xwe teqand.

di heyamê çend salên bihurî de giropên tûnajû yên Îslamî li Kurdistana Îranê bi avayek eşkere ciwanên Kurd dixapînin û jibo xwe teqandinê dinêrine Efxanistan û Pakistanê.

Dewleta Îranê serbarî vê yekê ku hemû wan giropan nas dike lê çi asteng û pirsgirêkekê jibo wan çênake û bigre zor caran alikariya wan dike.