Sê Lehengên Kurdayetıyê

14:55 - 9 Kanûna pêşîn 2012
Unknown Author
Latif Epozdemir

KURDİSTAN: Lekolînvanen ku derheqe ve rojname da nîvîsandîne. Heryek jî van tarîxêk cuda dîde. Hînek jî van dîbejîn 1898, hînek dîbejîn 1902, hînek jî van jî dîbejîn 1908. lî pîranî lî ser sala 1919 dîsekînîn. Sedem ve yekê eme bêjîn ku 1920an da çap buye û rojnameyeke navdar e. Ser borîya rojname jî, cîyê çapê û berpîrsîyar û nîvîskarên rojnamejî gelek caran hatîne guhartîn. Rojname lî Mîsîrê 5 hejmar, Cenevre 13, lî londrayê 3 herjmar, Folkstonê 4 hejmar dîsa lî Cenevrê jîmarêyên 30 û 31 derketîne. Ev rojname 31 jîmar çap buye.
Jî ber şert û zîlufên Welat sera ewl hefteyê çarek, paşî panzdeh roj carek lî dawîye mehê carêk derketîye. Pevîste ku emê bejîn berpîrsîyarî û reveberîya vê rojname terefa malbata Bedîrxaneye hatîye kîrînî. Gava navê rojname tê gotîn Evdîrahman Bedîrxan, Sureya Bedîrxan û Mîthat Bedîrxan, pêş hemu kesî têne bîra mîrov.
Rojname bî Tîrkî û bî Kurdî çap buye. Pırsên, sîyasî cıvakî dînî û edebî dı rojnamê de cîh gırtıne. Her carê dı rojnamê de jıbo fêr kırın û pêştabırına zımanê Kurdî beşek hatîye amade kırın. Helbest û cîrok û afırandınên edebî jî, bı başî dı rojnamê de cîh gırtıne. Ew rojname wekî pırensîbek jîyanaxwe, jî her jîmara nu duhezar nushe şandîye Kurdîstanê û bê dırav lı mıllet bela kırîye. Ev jî bo agahdarî û hışîyarîya mîllet karekî gelek baş hatîye hesıbandın.
Dı van rojan de Sıltana malbata Bedîrxanîyan jî Welat ajotın nefî kırın. Paşî dest danîne malê mılkê Bedîrxanîyan. Nehıştın ku ev wegerın Welat û bı azadî jîyana xwe bıborînın. Lewra ye ku dı destpêka dı sed sala bîstan de hetanî dı dawî ev malbat ma welatên xerıbîyê. Lê derdê Welat jî betal neman jıbo Welat xebıtîn.
Rojname sê devran derbas kırîye. Dewra yekan lı Qahîrê jı alîyê Mîthad Bedîrxan dewra duduyan jı Cenevrê jı alîyê Ebdurahman Bedîrxan û ya sısîyan lı Stenbolê Sılêman Bedîrxan rojnamê domandîye. Dewra ewl rojnamê zêde çand û huner û edebîyatê sekınîye. Jıbona ku jımara xwendın zanîn û nıvîsandınê zêde bıbe, rojnamê vezîfeyek gıran danîye pêşîya xwe. Dîsa tê gotın ku Mîthat Bedîrxan mırovêk dîndar û mîllîyet perwer bu. Car caran rupelên rojnameyê de dî van babetan de nıvîsar hatîne xuya kırın. Lê naveroka rojnamê lı gor devra guhurî jî be zımanê wê her Tırkî û Kurdî buye.
Dı destpêkê de her çıkas naveroka rojnamê dı motîvên dînî jî hatıbe nekşandın lê rojname hedî hedî rupelên xwe jı nıvîsarên zaryarî û ılmî re jî vekırîye. Heta em dıkarên bêjın ku devrên paşînde sîyaset û îlm zêdetır dı rojnamê cîh gırtîye. Lewra Sultan Ebdılhemît lı hemberên Kurdan sîyasetek duru ajotîye. Ermenîya bı Kurdan daye kuştın. Gelek caran Kurdan xapandîye. Alayên Hamîdî damezrandîye û dıjê Kurdên azadîxwaz, hêzek xayîn û cahş çêkırîye. Jıbona asîmîlasyona zarokên Kurdan bı navê “Mektebên eşîratîyê” dıbıstanan damezrandîye. Kurdên rewşenbîr bune neçîran Sıltan. Sedem vê yekê rexıstınên Kurdî dı organ û rojnameyên xwe de dıjî vê sîyaseta qırêj û qıret derketıne û rojnamê zêdetır bı ser rêya sîyasî ve kışandıne. Rojname dı çapxana “Necmî İstîkbal” de çap buye. Ewılîn ser nıvîskarên rojnamê Muhammed Şefîk Arwasîzade buye. Lê çawa ku me got rojnamê lî ber şertên dıjvar gelek zehmetî derketîye û nıvîskarên xwe jî bı qederê karîna xwe parastîye. Dıbe ku ev navên hanê navên mısteer (xef) jî bın.

JÎN: ŞEWQA BÎREWERÎYÊ KOVARA JİN:
Kovara Jîn 1918an de lî Stenbolê organa “Komela pêşketîna Kurdîstanê” bune. 25 hejmar derketîye. Ev kovar kovarek 15 rojî buye. Sala 1919an de hatîye gîrtîn. Bî hejmara 23an de revebîrên kovarê bîryar dane ku kovar bîbe organek sîyasî. Ev kovar bî Tîrkî, Kurmancî û Soranî hatîye derxîstîn. Pîştî ku “Komela Kurd jîbo belavkîrîna Zanînê ê weşanan” hate damezrandîn. Dane xuya ku kovara Jîn jî ve bî destê vê komele dewamê reyaxwe bîke. Berpîrsîyarê kovarê Hemzeyê Muksî buye. Pîştî hejmara 25 an berpırsîyarî ketîye destê Memduh Selîm Beg. Nîvîskarên kovarê bı taybetî ev kes bûne: Selîm Babanzade, Letîf Kazîzade, Dawer Erdelanî, Pîremêrd, Mîstefa Şevkî Kazîzade, Sîlêman Meşvî, Mîhemed Mîhrî, Evdîrehman Rehmî, Xelîl Xeyalî, Necdet Fîkrî, Hemzeyê Muksî, Zaxoyî, Sîlêmanî Botî, Sabît Kurdîzade, Evdîllah Cewdet, Ehmed Vehbî, Huznîyê Dersîmî, Tewfîq Hemdî, Mîrzayê Cîzîrî, Ezîz Yamlukî, Emîn Fevzî, Kemal Fevzî, İhsan Nurî, İbrahîm Heyderîzade, Suleyman Nazîf, Yusuf Zîya, Eyup Sabrî, Necat Tewfîq, Memduh Selîm Beg, Hîlmîyê Sîverekî, İsmaîl Vedat û Kamuran Alî Bedîrxan û gelek rewşenbîrên wekî van.
Xuyaye ku ev kovar gelek cîhê Kurdîstanê hatîye belavkîrîn. Gelek rewşenbîr û zanayên Kurd kovarê lî seran serê Welat bî çalakî belav kîrîne. Mîhemed Emîn Bozarslan vê kovarê paşî, herfên erebî wergerandîye herfên latînî û pêşkeşîme kîrîye. Jîn tesîrek mezîn danîye ser hemu xwendekarên vê demê. Kovar hım xîzmetek sîyasî û cîvakî kîrîye û hîm jî dî varê zîman, çand û edebîyê de karên hêjar dî darxîstîye.

ROJNAMEYA JİN:
Pıştî kovara Jîn dı sala 1919 de hate gırtın û bı tarîxa Kurdıstanê de veşırî, dîsa bı vî navî, vecarê rojnameyek hate çap kırın. Ev rojname bı şıkıl jî bı naverok jî jı kovara navê Jîn cuda buye. Hınek lêkolînvan qal dıkın ku rojname rojane buye. Lê lı ser berga pêşîn a vê rojnamê ku dıjmara sî û şeşan de baş xuya dıke, rojname hefteîn buye. Lê dîsa jî dıbe ku ev rojname dı destpêkê de rojname rojana derketıbu paşî wexta bıbî hefteîn
Seîd Ebdulkaqîr serokê Kurdıstan Tealî Cemîyetî buye. Seîd Evdulqadîr teraftarê otonomî buye û rêza rêxıstınê lı ser xîmî danîye. Sedem vê yekê grubek rewşenbîrên Kurd; wekî Ebdullah Cewdet, Kemal Fevzî, Memduh Selîm Beg, Seîd Evdulkaqîr rêya xwe cuda kırıne. Lewra evan Kurdıstanek serbıxwe vaye. Dîsa tê gotın ku sedem vê yekê bı navê “Rêxıstına Cıvakîya Kurd” rêxıstınek sazkırıne û Memduh Selîm Beg buye serokê vê rêxıstınê. Dîvî wextî de rojnameya Jîn jî buye organê vê rêxıstınê lewra xuya dıke ku dı demên paşîde berpırsîyarê vê rojname Memduh Selîm Begê Wanîye.
Gîrîngîya vê rojname ewe ku pıştî wê lı Kurdıstana Bakur hetanî sala 1950 an rojnameyên eşkere yên bı Kurdî derneketıne. Jî sala 1920 hetanî 1950 rejıma Tırkan derhekê Kurdan gelek zalım buye. Lewra Kurd 1925 û 1935 du serhıldanên mezın pêk anîne. Dî salên çîlan de jî tevgera Kurdan nesekınîye. Bes tevger serhıldan û çekdarbune. Rojname û kovar nekarîne ku bı serbestî jîyana xwe bımeşînın. Ketlîam û mırovkujîyên gelek mezın dı van tarîxan de dı Kurdîstana Bakur pêk hatîne. Sî sal Kurd mane bê kovar û bê rojname

HEWAR : GAZî U GİLÎYA SERDEM
Îsal 75 saliya çap kirina Kovara HEWAR Ê ye. Ev Kovara bi nirx u rewşender, di 15 gulana 1932 ê li Sûrîyé , li bajarê Şamê , dest bi weşané kirîye.Derhêner u rêveberê vê kovarê jî, Mîrê Rewşenbîrîyê MİR CELADET e.
Gava ku îro mirov rûpelên hejmarên kovara Hawar é veke û binêre, mirov dikare bi bîr û baweriyên xwe, yên netewî, her tîpek Hawarê bike şahid ,nîşan û pê rexneya kovar û rojnameyên serdemi ,di derheqê bîr u raya netewî de. .
Hawar rexneya pêşiyan bû lê nedihat zanîn ku wê bibe rexneya paşiyan jî.
.
Kovara Hawar berhema şikestina serhildan, raperîn û şoreşên Kurdan bû. Her weha ew, gazî u hewara hişyarbûna gelê Kurd bû.

Gelo çima Kovara Hawar é, berhema şikestina şoreş û serhildanên Kurdan bû? Ango belgeya hilweşana xeyalên ayende u helwestên Kurdewarîyê bu.?Lewra piranîya Kurda, wé demé wer dizanîya ku Împeretoriya Osmanî hilweşe yekser wê Kurd bibin xwedî dewlet, lê mixabin bi hilweşandina Împeretoriya Osmanî re Kurdistan bû sê perçe , bi hevpeyman Saykispîko di sala 1916 ê de di navbera Înglîs û Firansa de. ( Hejmara kovara Hawar a 57,
Hawar heta jimara 23 ê bi du alfebeya derketîye. Ango bi Erebî û Latînî.Piştî jimara 24 a u hetanî dawîyé, kovar, tené bi latînî jîyana xwe meşandîye.( Ji 24 an heta jimara 57 an )
Mîr Celadet gelek girîngî daye Alfebeye Kurdî. Di jimara Hawar ê, a 27 an, de,weha hatîye nivsandin :
“Ev roja di jîyana Kurd a civakî û edebî de rojekeke tarîxîye. Di vê rojê de Kurd bûn xudîyê alfebeyek serbixwe alfebeyek kurdî û ji nîrê alfebeyên miletên di, miletên biyanî xelas bûn. Ev alfebeya aleke ala bi hin di komelê de belavkirin û pêşdatir di şiklê kitêbê de serxwebûna heyîna me ya Kurd edebîye. Berê di ser keleha me ya edebî re alên biyaniyan li badibûn. Di vê rojê de ew ala daxistin Çirandin û li şûna wan ala xwe ya milî daçikandana û ji hêsîriya wan bandêran filitîn, xwe dan ber sîha bandêra xwe û di vê qadê de bûn serbixwe. Belê alfebeya ku ji sala hezar nehsid û nozdan ve ez lê dixebitim min ew di wê rojê de di rûpelên Haware de belav kir.”

Di yekîtiya zimên de gava here girina a pêşin, bé guman, jî yekîtiya herfan u elfabé ye. Di bin navê Armanc û awayên xebat û nivîsandina Hawarê de, di jimara pêşin de, bi ziman Kurdî û Erebî ev bend hatine destnîşan kirin : :
1-Belavkirina Elfabêya Kurdî di nav Kurdan de û hînkirina we. Sinfandina zimanê Kurdî û hin derxistin.
2-Sehitiya zarên Kurdî û berhevdanîna wan. Sehitiya sermirovatiya zimanê Kurdî di gel zimanên din yên Arî. Sehîtiya ser bingehên zimanê Kurdî, ser dîrok û awayê rabûn û pêşveketina wî.
3-Berhevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlîd laje û stranênên Kurdî û birêve belavkirina wan.
4-Sinfandin û belavkirina dîwanên Kurî. Bi van re jînengariyên şahîr û mirovên bijarte dê bên belav kirin.
5-Sehitiya ser reqis û qeydên strana Kurdî.
6-Sehitiya ser her texlîd rêzikên Kurdî û Kurdistanê û Piş û senhetên Kurdî.
7-Dîrok û Erdnîgarîya welatê kurdistanê û ser dîrokan Eşîran berî, paşî û di wextaê Mîr-Şeref de.
Mamoste Elî Sîdo Goranî rewşanbîrekî Kurd é Urdun e. Di jimara Hawarê a 9 an de ,nîvîsarek, bi navê: Ez û Hawar nivisiye u gelek pesné Hawaré daye. Her weha gelek bi başî, piştgiriya Alfebeya Latînî jî , kirîye:
Mamosta, “ wekî niha, berî derketina Hawar ê mamosteya min Pîrka min bû. Hingî min zimanê xwe bi herfên Erebî dinîvsandin. Lê sibetir herçî ku min berî rojekê nivîsandî bû, min nikarî bû ez bixwînim û wek e xwe bi lêv bikim. Ser vê yekê min dev ji herfên erebî berda û ji xwe re bi herfên Latînî alfebeyek çêkir .

Êdî bi alfebeya xwe her tiştê heye min dinîvisand û ras dixwand. Gava Hawar derket min alfebeya xwe û ya Hawarê danî ber hev û dît ku her du alfebe gelek nêzîkî hevin. Negereke ku ez bibêjim, ev nêzîkiya ez gelek şa û kêfxweşkirim.

Par ez çû bûm Kurdistana jêrîn, li Bexdayê min Tewfîq Wehbî beg dît. Ew jî bi alfebeyekê mijûl dibû, lê berîya wê alfebeya Hawarê derket û me da pêy, li Silêmaniyê di çivata zanistîyê de, min çend xortên xwenda naskirin, bi tevayî digotin ku zimanê me, tenê bi herfên Latînî tête nivîsandin û ne bi hinên din. (Hawar jimara 9 ê Êlona 1932 yê)
Ev her sé lehengén Kurdayetîyé, hest u bawerîya kurdewarîyé gelek xûrt kirine.Her sé Ji, desthûnerîyén Celadet Elî BEDİRXAN in.Dema qala rewşenbîrî u ziman, u bîrewerî u rewşenbîrîyé were kirin, lazime ku em wî mêrxasé Kurd, bînine bîra xwe.