Sê hemwelatiyên Kurd, di nav de keçeke xwendekar li Serdeştê hatin destbiser kirin

20:04 - 1 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Keçeke xwendekar û du ciwanên Kurd xelkê Serdeştê ji aliyê hêzên cilikşexsî yên Îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatin girtin, û ber bi cihekî ne diyar hatin veguhastin.

Roja Duşemiyê 9’ê Sermawezê Sirwe Ebdî xwendekara beşa hiqûqê ya zanêngeha Peyama Nûr ya pîranşarê digel birayê xwe Elî Ebdî û dezgirtiyê xwe Saman Îbrahîm, xelkê şaristana Serdeştê ji aliyê hêzên cilik şexsî ve hatin destbiserkirin.

Li gora zanyariyan hêzên cilik şexsî çûne mala wan sê hemwelatiyên Kurd, û di dema binçavkirina wan de, wesayilên şexsî ên wan kesan û bi taybetî kampiyotera wan jî bi xwe re birine.

Li gora vê çavkaniyê pêştir jî du salan berî niha Sirwe Ebdî digel Saman Îbrahîmî bi tawana çap û belavkirina alaya Kurdistanê hatibûn binçavkirinm lê piştre bi danîna wesîqê hatibûn berdan.

Serbarê vê ku malbata Ebdî çend caran serdana nawendên ewlehiyê kirine lê heya niha tu bersivek derheq qeder û çarenûsa wan wernegirtine.

Heya amadekirina vê nûçeyê, tu raporek derheq sedema destbiserkirina wan hemwelatiyan negihîştiye destên me