Şandeya 4’ê a BDP Serdana Îmraliyê dikin

13:47 - 4 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Di şandeya ku bi Ebdullah Ocalan re hevdîtinê pêkbîne de Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş, Parlamenter Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder cih digirin.

Şande bi armanca peyda kirina rêyekê jibo çek dayîna hêzên PKK’ê serdana rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan dikin.

Heyamê çend mehane ku dinavbera dewleta Turkiyê û PKK’ê bi pêşengiya Ebdullah Oalan hevdîtin jibo çek dayina PKK’ê hatine hole.

Lê di heman hal da piraniya Partî û rêkxistinên Kurdistana bakur bi awayên cûda cûda piroseya han bi wala û dûr li çareseriya pirsgirêka Kurdan didin zanîn.