Saman Nesîm di mezintirîn kempêyna sal a lêbûrîna navnetewî de cih girt

20:32 - 8 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Nawenda Berevankar a mafên mirovan, di kempêyna cîhanî de xwaziyara serbestberdana girtiyên siyasî, û yek ji wan ciwanekî kurd bûye.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, 4-17.12.2015 (13 - 26.09.1394)’an, rêkxistina lêbûrîna navnetewî li kempêyna salane a mafê mirov di cîhanê de ku bo 12 çalakvanên siyasî terxan kiribû, ku doseya Saman Nesîm yek ji wan e.

Di kempêyna han de bi sedan kes di seranserê cîhanê de bi nivîsîn û şandina name, E-mail, Faks û Tiwîtêr xwaziyara serbestberdana girtiyên siyasî bûn û piştevanî jî ji goriyên îşkeceyan kirin.

Di sala derbazbûyî de jî 3 milyon kesî beşdarî di kempêyna han de kirin ku kempên her sal di bin navê “Binivîse bo maf” tê rêkxistin.

Rêkxistina lêborîna navnetewî di malpera xwe de ragehand: Aarmanc ji diyarîkirina Saman Nesîm, girtiyê siyasî ê Kurd “pêşîgirtin ji birêveçûna darvekirina wî û zarok û ciwanên din di Îranê de ye”.

kempêyna “Binivîse bo maf” di demekê de çalakiyên xwe dest pê kiriye ku Saman Nesîm di destpêka îsal de bi nivîsandina nameyekî ragehand ku îfadeya wî di TV de di bin îşkece û givaş de hatiye kirin”.

Saman Nesîm xelkê Merîwanê, dema ku hatiye destbiserkirin, di sala 1390’an de, temenê wî 17 salan bûye.